Ciwanên herêma Firatê 6 hevalên xwe bi bîr anîn
Bi sedan ciwanên herêma Firatê 6 ciwanên ku di encama bombebarana balafira bê mirov ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn. Jinên ciwan teqezkirin ku ew ê tekoşîn û xebata xwe ji bo tolhildanê bimeşînin.

Kobanê - Dewleta tirk di 25`ê Kanûna 2021`an de bi riya balafireke bê mirov kombûna Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bombebaran kir. Di encamê de 6 endamên Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Merhef Îbrahîm, Welîd Hisên û Mesûd Îbrahîn jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn.
Îro bi sedan ji jinên ciwan, ciwanên herêma Firatê û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li taxa Miktelê ku bûyer lê pêkhat, kombûn û bi meşekê yekemîn salvegera komkujiyê bi bîranîn. Ciwanan wêneyên her 6 ciwanan û pankartên bi nivîsa "Bîranîna we soza tolhildana me ye" hilgirtibûn.
Beriya meş destpê bike, endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed axivî û wiha got: "Dewleta tirk tirsa xwe jirêxistinbûna ciwanan, weke vê rojê beriya salekê bi riya komkujiyekê nîşan da. Em weke ciwan bi komkujî û êrîşan bi dawî nabin, em tu carî natirsin, em hene û em ê her tim hebin. Em bi vê boneyê weke Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger sozê xwe yê têkoşîn û tolhildanê nû dikin. Heta yek ji ciwanên Rêber Apo hebin, emê her tim li ser piyan bin heta ku dawî li faşîzim û dagirkeriya dewleta tirk bînin."
Meş bi berzkirina siloganên "Tolhildan" û "şehîd namirin" ber bi goristana şehîd Dicle ve çû û bi pêxistina findan bi dawî bû.
Jinên ciwan yên ku beşdarî çalakiyê bibûn, hêrs û sozên xwe yên tolhildanê parve kirin.
‘Em ê tola hevalên xwe hilînin’
Berdekva Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî diyar kir têkoşîna wan wê ji bo tolhildanê de be û wiha got: "Salek li ser şehadeta hevalên me re derbas bû, lê me tu caran bîranînên wan ji bîr nekir. Di vê rojê de kîna dewleta tirk ya li hember ciwanan diyar bû, dema ku hevalên me lihevkom bibûn da ku bîrdoziya Rêber Apo bixwînin û nas bikin, ji aliyê dewleta tirk ve bûn hedef. Ji xwe piştî wê êrîşê û heta niha êrîş û bombebarana dewleta tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiya. Me weke jinên ciwan ev soz da, wê têkoşîn û xebata me ji bo tolhildanê be. Bi taybet ji bo hevriyên me yên jin ku kedeke mezin ji bo me dan, em bê navber têbikoşin da ku em armancên wan bi cih bînin."
‘Divê dewleta Tirk bê darizandin’
Jina ciwan Hoşîn Şemsî peyama jinên ciwan ya di salvegera komkujiyê de wiha anî ziman: "Cihê ku em lê kombûn, 6 hevalên me şehîd ketin. Ji ber vê em ji aliyekî din hestên xemgîniyê û ji aliyekî de hêrs û kîna me ya li hember dewleta tirk mezin dibe. Armanca dewleta tirk qirkirina tevahî gelê Kurd e, lê weke tê zanîn ciwan hêz û enerjiya civakê ne. Civak bi ciwanan pêşve diçe û li ser lingan dimîne. Dewleta tirk, ji bo ku hêz û vîna gelê Kurd têk bibe gelek caran ciwan hedef girtiye. Helwesta me ciwanan diyar e, emê xwedî li soz û erka xwe ya li hember civakê derkevin. Peyama me ji cihê ku hatiye bombebaran kirin eve, em bi bîranîna hevalên xwe mezin dibin û pêşve diçin. Emê dewleta tirk li ser van kiryar û sucan ceza bikin, bila ev gotin di bîra hikûmeta AKP`ê de be."