Wafa Rajeh a Xezayî: Jin ji bo kesên saxmayî bidin jiyîn li ber xwe didin

Wafa Rajeh a Xezayî, diyar kir ku her kêliya ji ber êrîşên Îsraîlê dijîn bi êş û windahiyan dagirtî ye û wiha got: "Jinên li Zîvala Xezayê ji aliyekî ve êşa windahiyên xwe dijîn, ji aliyê din ve jî ji bo yên ku sax mane bidin jiyîn li ber xwe didin.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Di êrîşên ku Îsraîl ji 7’ê Cotmehê vir ve bênavber li dijî Zîvala Xezayê didomînin de herî kêm  11 hezar jê zarok û 7 hezar û 500 jê jin zêdetirî 25 hezar û 700 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên ku qadên jiyanê yên sivîlan û navendên xwe dîsperin jî tên hedefgirtin de hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Wafa Rajeh a 41 salî ya ji Xezayê ku di êrîşan de hinek xizmên xwe winda kirine jî bêrehmiya şer û berxwedana xwe ji ajansa me re axivî.

'Her kêliya ku em dijîn êş û windahiyên me zêde dibin'

Wafa Rajeh, destnîşan kir her kêliya li Xezayê dijîn ji ber zilma Îsraîlê êş û windahiyên wan zêde dibin û wiha got: “Lê tu tişt nikare hêz û îradeya me kêm bike. Em bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û ji bo parastina kesên mane têkoşîna xwe didomînin. Jinên li Zîvala Xezayê ji aliyekî ve êşa windahiyên xwe dijîn, ji aliyê din ve jî ji bo yên ku mane bidin jiyîn li ber xwe didin.”

'Civakên navneteweyî guh nade qîrîna ji bo alîkariyê'

Wafa Rajeh, bal kişand ser rojên zehmet ên ku ji ber qeyrana mirovî ya roj bi roj girantir dibe û dorpêça berdewam dike dijîn û wiha axivî: "Tevî qîrîn û bangên me yên domdar jî hatina alîkariyên tibî û pêdiviyên bingehîn tê astengkirin. Zêdetirî 100 roj in, tevî trajediya ku em dijîn jî civaka herêmî û navneteweyî guh nade qîrîna me ya ji bo alîkariyê û tenê daxuyaniyan didin.”

'Jiyana me ji nişkave guherî'

Wafa Rajeh, da zanîn ku ji ber bombebarana dijwar neçar maye bi malbata xwe re di nîvê meha Mijdarê de ji taxa Thalathiniyê derkevin û li yek ji navendên stargehê bi cih bin û wiha axivî: “Bi êrîşan re jiyana me ji nişkave guherî. Ji ber bomberbaranan bajar bi ser me de hilweşiya. Ji ber vê yekê em neçar man derkevin. Malbat û cîranên min li ber çavên min hatin qetilkirin. Ji dîmênê ku min dît gelek bi bandor bûm. Ji ber astengkirina tîmên ambûlansê birîndaran jî jiyana xwe ji dest dan.”

'Dibistana ku me xwe spartibû jî hat hedefgirtin’

Wafa Rajeh, diyar kir ku dibistana Ajansa Alîkarî û Karûbarên Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) jî ji aliyê Îsraîlê ku cudahiya leşker û sivîlan nake ve hatiye hedefgirtin û wiha got:

“Ez nezî 7 rojan li yek ji dibistanên UNRWA’yê mam û dîmenên cesedên li erdê ji bîra min naçin. Balafirên şer gelek caran bombeyên gazê avêtin dibistanê. Gelek kesên ku ji cih û warên xwe bûne  neçar man ji dibistanê birevin. Tevî atmosfera bi xeter jî ez û malbata xwe li dibistanê man. Lê ji ber ku Îsraîlê ji bejahiyê ve herêm dagir kir û li derdora me topbaran zêde hat, em neçar man bi lezgînî cihê xwe biguherînin.”

'Ez neçar mam kurê xwe birîndar bihêlim'

Wafa Rajeh, diyar kir ku dema neçar man bi lezgînî ji dibistanê derkevin û cihê xwe biguherînin kurê wê yê 16 salî yê ji milê xwe heta singê xwe birîndar bû ji bîr kiriye û wiha got:

“Ez neçar mam kurê xwe yê birîndar bihêlim û riya xwe berdewam bikim. Li nêzî dibistanê birîndar bibû. Hinek kesan gotin kurê min jiyana xwe ji dest daye. Ez li nexweşxaneyên bakur li wî geriyam. Herî dawî min li Komeleya Bijîşkî ya El-Şîfa wî di rewşeke nebaş de dît. Ji ber mudaxeleya dereng rewşa tenduristiyê ya kurê min xirab bû. An dê milê wî bê birîn an jî dê jiyana xwe ji dest bide. Ji ber kêmasiya lênihêrîna bijîşkî û xurekê bedena wî pir xirab bûye. Ez ji bo kurê xwe kontrol bikim her roj diçim nexweşxaneyê. Li ser min pir zêde bar, zextên derûnî û berpirsiyarî hene. Ji aliyekî ve kurê min ê birîndar û ji aliyekî vê jî ez neçar dimînim ji bo zarokên xwe yên mayî xwarinê peyda bikim."

'Em dixwazin aştî pêk were’

Wafa Raheh, ji bo li Zîvala Xezayê êrîş bên rawestandin û aştî bê misogerkirin banga çalakiyên navneteweyî kir û wiha got: "Em dixwazin bombebaran bi dawî bibin, aştî pêk were, zarokên me bên dermankirin û şert û mercên jiyana me bên başkirin. Pêwîstiya me ew e ku cîhan qêrîna me bibihîze, li gel me raweste û dawî li wan êrîşan bê anîn. Her windahiyek parçeyek bingehîn a jiyana jinên Filistînî ye."