Vê carê li Burucerdê xwendekarên mêr bi jehrê ketin
Piştî ku li Kum û Burucerdê gelek xwendekarên jîn bi jehrê ketin, Wezareta Servîsa Lezgîn a Loristanê ragihand ku li Borucerdê xwendekarên mêr bi jehrê ketine.
Navenda Nûçeyan – Li Kum û Burucerdê 3 meh in gelek xwendekarên jin bi jehrê ketin. Wezareta Servîsa Lezgîn a Loristanê ragihand ku li Borucerdê xwendekarên mêr li dibistanên bi jehrê ketine. Hat diyarkirin ku derbarê hejmara xwendekarên bi jehrî ketine de ti zelalî tune ye.
Li gorî nûçeya di çapemeniyê de cih girt, ji duh ve xwendekarên dibistanên seretayî yên Englebal, Sharaf, İslamabad ve Ferishtegan bi jehrê ketine.
Alîkarê Serokê Lêkolîn û Teknolojiya Tenduristiyê yê Îranê Yunus Penahî diyar kir ku jehrîbûna xwendekaran ji ber madeyên kîmyewî yên heyî pêk hatiye.
Xwendekareke jin jiyana xwe ji dest daye
Di hin medyayan de hat ragihandin ku li Kumê xwendekareke jin ji ber jehrîbûnê jiyana xwe ji dest daye. Hate hînbûn ku malbata Fatemê Rezayî ya jiyana xwe ji dest da, ji aliyê saziyên dadwerî û ewlehiyê yên hikûmetê ve rastî gefan hatiye.