Jinên ji erdhejê rizgar bûne bi gelek zehmetiyan re rûbirû ne
Gelek jin li Idlibê ditirsin vegerin malên xwe, ji ber qelişandina ku di encama erdhejê di dîwarên malan de çêbûne. Malên wan ên ku zêde zirarê dîtine, dibe ku di her kêliyê de birûxin.
HEDIL EL-OMAR
Idlib – Bi dehan jinên ku ji erdheja mezin a li Bakurê Sûriyeyê rizgar bûne di rewşên derûnî yên dijwar de dijîn bi êşa windabûnê û tehliya penaberiyê, astengiyên wan duqatî bûne û gelek pirsgirêkên derûnê bi wan re çêbûne.
Rania El-Ehmed 28 salî ye penabera ji bajarê Sermedê ye, niha li bakurê Idlibê dijî. Di encama rûxandina avahiya ku lê diman, du zarokên wê mirin. Ji ber wê yekê pirgirêkên derûnî pê re çêbûne. Wisa bû ku fikirî xwe bikuje ji bo ji rastiya xwe ya gelekî dijwar e xilas bibe.
Du zarokên wê di bin xirbeyan de man
Rania El- Ehmed xemgîniya xwe bi gotinên; “Gelekî tu bibînî zarokên te çawa li pêş çavên te di bin kavilan de dimrin û tu nikaribî tiştek bikî.” Bi van gotinan Rania El-Ehmed êş û xemgîniya xwe tîne ziman.
Rania El-Ehmed dibêje ku mirina zarokên wê û rewşa penaberiyê wê xistine rewşeke derûnî ya pir xirab. Ew behsa şert û mercên jiyanî yên dijwar li kampan û diyar dike ku di kampan pêdiviyên jiyanî yên bingehîn jî nîn in.
Gelek kes ji malbata wê erdhejê de mirin
Huda El-Helaq 24 salî ye, rewşa wê xirabtir e, wê hemû malbata xwe li bajarokên Bisniye li bakûrî Idlibê winda kirine, di erdhejê de. Bi sedan kes di wê erdhejê de mirin û gleke kes jî birîndar bûn.
Huda El-Helaq wan kêliyên bi êş bi bîr tîne û dibêje: “Dengê qelişandina avahiyan gelekî bi tirs bû, me hewl da em ji avahiyê derkevin lê rûxandina dîwaran pêşiya me girt, tîmên hawarçûnê piştî 5 saetan min ji bin kavilan derxistin, gelek kesên din jî jiyana xwe di wê bûyerê de ji dest dan.”
Huda El-Helaq bi gotinên “Mirin ji jiyana min baştir e” hestên xwe yên piştî piştî mirina dê, bav û sê birayên wê tevî hevjîn û zarokên wan dubare dibêje ku ew bi tenê di jiyanê de maye, jixwe dipirse: “Jiyana çawa bê dê, bav an bira ez ê bijîm?”
Jina penaber bi mamê xwe re di kampên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê de di nava şert û mercên mirovî û derûnî yên dijwar de dijî.
‘Divê piştgiriya derûnî ji bo zarokên keç û jinan were dayîn’
Ji aliyê din ve Ruaa El-Wafî ya 35 salî ku çalakger e di ware xurtkirina jinan de teqez dike ku divê piştgiriya derûnî û civakî ji bi zarokên keç û jinên malbatên xwe di encama erdhejê de winda kirine bê pêşkêşkirin ji bo krîzên derûnî siviktir bibin.
Ruaa El-Wafî diyar dike ku divê hemû tîm û navendên xurtkirina jinan bi lez tevbigerin ji bo li kêleka wan jinên rizgar bûne bisekinin. Piştî ku di erdhejê de gelek kes ji malbatên wan mirin û ew di bin bar û zehmetiyên jiyanê de bi tenê man û got: “Ger piştgiriya derûnî ji wan jinên rizgarbûyî re neyê dayîn pirsgirêkên derûnî dê zêde bibin û ew kes bifikirin xwe bikujin ji bo ji rastiya dijwar xilas bibin. Ev yek jî bandorê li ser wan jinan û civakê bi giştî dike.”