Mamostayên bi peyman ji bo mafên xwe kom bûn
Îro carek din mamostayên bi peyman ji bo bi fermî werin tayînkirin li ber derê Encûmena Wezîran a herêma Kurdistanê ya Hewlêrê kombûn.
Navenda Nûçeyan – Mamostayên bi peyman yên bajar, bajarok û herêmên din ên Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê li ber derê Encûmena Wezîran ji bo bi awayek fermî tayin bibin kom bûn.
Nûnerê giştî yê mamostayên bi Peyman di kombûnê de ji ragihandinê re axivî û wiha got: “Heta niha 506 caran daxwazname radestî hikumeta herêma Kurdistanê ji bo bi fermî tayin bibin kirine da ku bersîva daxwazên me bidin, lê bele heta niha bêdenge û tu bersîv nedaye. Ger hikumeat herêmê bi vî awayî berdewam bike û bersîva daxwazên me nedin, emê baykot bikin emê li ber deriye encûma wezîran kon vedin.
30 hezar 460 mamoste li benda tayînbûnê ne
Hêjayî bi bîrxistinê ye zêdeyî 30 hezar û 460 mamostayên bi peyman li seranserê Herêma Kurdistanê hene û ji sedî 50’î ji beşa perwerdeyê pêktînin. Bi salane mamostayên bi peyman bi çalakiyên cûda dixwazin bên tayînkirin, lê hikumet bêdengiya xwe diparêze.