Li Dardaganê hemwelatî di konên tutunê de dimînin
Gundiyên gundê Dardagan ê Semsûrê, di konên tutunê de dimînin. Gundî dibêjin ku piştî çend rojan bi helîkopterê kon ji bo wan hatine avêtin lê belê ev têra wan nake û cenazeyan jî bi kepçeyên ku girtine derxistine.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – Yek ji bajarên ji erdheja ku navenda wê Mereş bû zirarê dîtiye Semsûr e. Gelê Semsûrê heta niha jî ji gelek pêwîstiyên bingehîn bêpar e. Bi taybetî hemwelatiyên ku di ware kon û konteyniran de pirsgirêkan dijîn, ava paqij tune ye û di warê tawletê de jî gelek pirsgirêkan dijîn. Li bajarê ku şewba gurî û nexweşiyên hwd. lê derketine, hemwelatiyên ku konan nabînin, hemû metirsiyan didin ber çavan û di konên tutunê de dimînin.
‘Hemû kes li qada gund kom bûn’
Yek ji hemwelatiyên gundê Dardagan Tume Taşatan diyar kir ku hersê rojên erdhejê di nava wesayîdên xwe de mane û ji ber alîkarî nedihat bi xwe, li çareseriyan geriyane dema ku erdhej çêbûye hemû bazdane meydana gund û wiha got: “Di dema erdhejê de em rabûn bi pîjemayên xwe derketin, baran dibariya, me zarok derxistin, em derketin derve. Mirov gelek tirsiyabûn, malên li gund jî hilweşiyabûn. Piştre em hemû ketin wesayîdan, çûn nêzî dibistanê, me agir vêxist û em li bendê man.”
‘Alkarî nehat em bi xwe li çaraseriyê geriyan’
Tumê Taştan destnîşan kir ku ji konan tutunê derxistine û bi xwe pirsgirêka cihê lêmayînê çareser kirine û got: “Em sê rojan di wesayîdan de man, piştre me bi xwe konên xwe yên tutunan ava kir, ev kon ne yên dewletê ne yên me ne. Me betaniye danîn derdorê û di nîvê de jî sobe me pêxist û me ji bo xwe cih çêkir. Ev bi rojan e em li vê derê dimînin, cîranên me jî bi heman awayî konên xwe bi xwe vedan. Piştî erdhejê bi hefteyan, nû bi helîkopterê kon avêtin, wan jî têra hemûyan nekir, hemû kesan li cihên cuda kon vedane. Em di van konan de tutunê ber hewa dikin û hişk dikin, niha me hesin xistiye binê wan, bi naylon me bi hev ve girê daye, em ji derve namînin û mêavênên me yên ku tên li vê derê em wan pêşwazî dikin.”
‘Me bi derfetên xwe cenazeyan ji bin xirbeyan derxist’
Tumê Taştan da zanîn ku wan bi xwe cenazeyên xwe ji bin kavilan derxistine û wiha got: “Gelek kes û xizmên min jiyana xwe ji dest dan, bi kepçeya ku me bi taybetî girt, me cenazeyên xwe derxistin birin dibistanê. Cenazeyên me yên li Semsûrê jî anîn vê derê. Em di konan de dijîn hûn van şert û mercên ku em tê de dijîn dibînin. Me li vê derê çi dît, li Semsûrê mirovan ji vê yeke girantir tişt jiyane. Hemû kesan bi xwe cenazeyên xwe derxistin.”