Lêkolînera ji Xezayê: Felsefeya Ocalan bû riya têkoşînê

Lêkolîner Dounia El-Emel Îsmaîl a ji Xezayê got ku jinên Rojhilat û Îranê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin û bal kişand li ser têkoşîna jinan ku ev 6 meh in bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan in.

RAFIF ESSLEEM

Xeza – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana  gel a bi pêşengiya jinan û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yê Îranê ve qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî destpê kir, 6 meh in bi dengvedana diruşma azadiyê didome. Lêkolîner Dounia El-Emel Îsmaîl a ji Xezayê bal kişand felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jê îlhamê girtine û anî ziman ku jinên Îranê di parastina mafên xwe de xwedî dîrokek dirêj in.

Ji bo serhildanan pêşengiya jinên Rojhilat û Îranê

Nivîskar û lêkolîner Dounia El- Emel Îsmaîl diyar kir ku jinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di du qonaxên cuda de derbas bûne û wiha got: “Qonaxa yekem di sala 1925’an de avakirina dewleta Şahê Îranê, ferzkirina hîcabê hat qedexekirin û rêbaza wan rizgarkirina jinan ji hemû qeydan bû. Qonaxa duyem jî di sala 1979’an de bû, bi qonaxa Feqîh tê naskirin ji ber lawê Şahê berê hikum teslîm bir û serdema wê berevajî ya bavê wî bû, hîcabê bi hêza zagonê li ser jinan ferz kir, bi navê Şador tê naskirin. Jina ku li xwe neke jî tê cezakirin û dixin zindanê her wiha hukim veguherand pergala Îslamî. Hemû dizanin ku polîsên exlaqê bi qetilkirina keça 20 salî re eşekere bûn lê ev yek ji dema şoreşa Îslamî ve li Îranê ava bûye ji bo jinên zagona lixwekirina cilan red bikin wan binçav bikin.”

Dounia El-Emel Îsmaîl destnîşan dike ku di herdu pêvajoyan de mafên jinan di azadiya hilbijartinê de nedane, vîna jinan heye ku bi xwe der barê bedena xwe de biryar bidin, bêyî ku bi zagonek bên sînordarkirin. Dounia El-Emel Îsmaîl diyar kir ku bi taybetî piştî gelek nimûneyên jinan ên weke lêkolîner, afrîner û rewşenbîr derketin û îsbat kirin ku ew dikarin bibin xwedî biryar û jinên Îranê ked dan ji bo xwe bi pêş bixin.

‘Jinên Îranê di koman de xwe birêxistin kirin’

Dounia El-Emel Îsmaîl wiha axivî: “Piştî belavbûna fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û îdeolojiya azadiya jinan bingeh girt, ji ber ku jin weke erkên li ser milên wê hemwelatiyek mafên wê temam hene. Bi sedema fikrên Rêber Ocalan ên ronakbîrî nêrînek fikrî rizgarî da jinan ku jê dest pê bikin, jinên Îranê di koman de xwe birêxistin kirin û di pêşxistina jinan de weke komeleyên jinan ku xwe spartin fikrê berxwedana aştiyane û rola zanînê.”

‘Jinên Îranê di hemû qadan de têkoşiyan’

Dounia El-Emel Îsmaîl diyar kir ku di siya wan fikir û felsefeyan de, jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di mijarên cihêreng de wêrek bûn û tirsa wan qet nema û wiha axivî: “Jin ji bo zextê li desthilatdaran bikin, mafên xwe bigrin, jiyana xwe bi pêş bixin û bi riya guhertina zagonan û bi hêza zagonê weke berê wan guhertinan pêk bînin bûn rêveber, di gelek xwepêşandan û nerazîbûnan de. Jinan ji bo parastina mafên xwe di saziyan de xwe birêxistin kirin her wiha girîngî dan lêkolînên der barê rewşa jinên li Îranê, çawaniya pêşxistina wê, fêrbûna zimanan û girîngî dan çalakiyên civakî ku rewşa malbat û jinan dişopîne û alîkariyan pêşkêş dike da ku bigihîjin jiyana bi rûmet.”

‘Gelek nîşaneyên pêşketina tevgera jinên Îranê derketin holê’

Dounia El-Emel Îsmaîl da zanîn ku desthilatdariyê ew çalakiyên civakî nepejirandin lewma şîdetê li wan jinan dikir ew digirtin û rolên wan ên civakî qedexe kirin û wiha got: “Jin ji bo mafên xwe bi temamî bixwazin û rola xwe di avakirina welat û pêşxistina karînên civakê de bistînin, ew rol veguherîn siyaset û nerazîbûnên giştî û xwepêşandanên aştiyane û li kolanan birêve birin. Gelek nîşaneyên pêşketina tevgera jinên Îranê derketin holê, weke Sînemaya ku mijarên cuda li ser astengiyên jinên Îranê û ezmûnên wê yêm taybet ronî kirin. Bi rastî jî wan fîlman gelek xelatên cîhanî li festîvala Kan a Fransayê di dema dawî de bi dest xistin.

Dounia El-Emel Îsmaîl destnîşan kir ku jinên Îranî bi hêz in û di parastina mafên xwe de xwedî dîrokek dirêj in lewma ne dûr e ku gelek guhertin li Îranê çêbibin ku jin tê de bi rûmet û serwerî bijîn.