Malbata Şenyaşar: Ji her derê hawara 'Dewlet li ku ye?' bilind dibe

Malbata Şenyaşar di roja 707'emîn a Nobeda Edaletê de, wiha got: "Ji her derê welat hawara ‘Dewlet li ku ye?’ bilind dibe.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 707’emîn de berdewam dike.

Emîne û Ferît Şenyaşar îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û li ber pankarta bi nivîsa “Edalet” dest bi Nobeta Edaletê kirin. Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û diyar kir ku nêzî 2 sal in çalakiya wan a Nobeta Edaletê berdewam dike.

Bi domdarî Şenyaşar ev tişt anî ziman: “Di nava van her du salan de me her roj li ber edliyeyê hawara edaletê kir. Piştî erdhejê, ev hawar li her devera welat olan dide. Her roj polîs û dozger li ber me re derbas dibin ew jî van hawarên me dibihîsin. Herî dawî jî li welatê me erdhejeke mezin çêbû. Ji ber ku avahî saxlem nehatine çekirin, rê li ber karesateke mezin vekir. Niha jî li her deverê hawara ‘dewlet li ku ye’ olan dide. Divê desthilatdarî ji van bertekan hêrs nebe. Nexwe dê karesateke din rû bide. Tu mafê rêyedarên dewletê nîne ku xwe ji bertekên gel aciz bikin. Bi milyonan kes doza me dişopînin. Tevî ku heqîqet derkete holê jî dozger erka xwe bi cih nayîne. Heta edalet pêk tê û birayê min tê berdan em ê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidomînin.”