Li kampa Serdem 300 konên nû ji bo erdhejzedeyan hatin vedan
Li kantona Şehbayê tevî kêmderfetiyên niştecihên kampa Serdemê, rêveberiya kampê gelek malbatên ku bûne mexdûrên erdhejê pêşwazî kir.
RUBARÎN BEKIR
Şehba- Ji ber zêdebûna hejmara malbatên ji herêmên erdhejê hatine kantona Şehbayê, rêveberiya encûmena Efrîn- Şehbayê kampa Serdem berfireh kirin û tê de 300 konên nû ji bo mexdûrên erdhejê vedan.
Du erdhejên ku navenda wan Mereş bû, li Tirkiye û herêmên Sûriyeyê bûn sedema gelek ziyanên mezin ên bedenî û madî. Tevî derfetên kêm ji ber rewşa dorpêça ku hikumeta Şamê ev zêdeyî 5 salan e li ser kantonê ferz dike, zêdtirî 3 hezar malbatên ku bûne mexdûrên erdhejê ji bajarê Helebê berê xwe dan kantona Şehbayê.
‘Hejmara mexdûrên ku ji Helebê tên zêde bûye’
Cîgira Encûmena Efrîn-Şehbayê, Nisrîn Silêman destnîşan kir ku Erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê di 6’ê Sibatê de, li Helebê bû sedema zirarên mezin, kantona Şehbayê deriyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê re vekir û got: “Hejmara kesên ji Helebê tên di çend rojên dawî de zêde bûye, ji ber wê me kampa Serdemê fireh kir û niha em ê 300 konan ji bo malbatên ji Helebê hatine vedidin. Hejmara konên li gel me li gorî kesên li gorî hejmara kesên ji Helebê hatine gelek kêm e. Çi ji destên me tê em ê ji bo mexdûrên erdhejê bikin. Tevî ku gelek kêmbûn di pêdiviyên bijîşkî, derman û sotemeniyê de hene ku pêdiviyên bingehîn ên di nava konan de ne, ji ber ku em di zivistanê de ne.”
Nisrîn Silêman bang li aliyên pêwendîdar û civaka navneteweyî kir ku deriyan li pêşiya alîkariyan vekin da ku bikevin kantona Şehbayê û dorpêça li ser gel hatiye ferzkirin rakin. Da ku bikarbin hemû mexdûrên erdhejê biparêzin û cihên bi ewle ji wan re amade bikin.
‘Li ruxmê derfetên kêm rêveberiya kampê cih da me’
Mexdûra erdhejê Melek Elûş a ku ji bajarê Helebê hatiye kantona Şehbayê li kampa Serdem bi cih bûye wiha got: “Dema ku erdhej li bajarê Helebê çêbû, me nizanibû çawa xwe û zarokên xwe biparêzin, qîrîna xelkê û zarokan ji hêrêmê bilind dibû. Lewma em ber bi kampên kantona Şehbayê ve çûn ji ber ku kon di rewşên erdhejê de bi ewletir in. Rêveberiya kampa Serdemê alîkarî pêşkêşî me kir û kon ji me re vedan tevî derfetên wan gelekî kêm in jî deriyên xwe ji me re vekirin. Hê jî pêdiviya me bi gelek tiştan heye bi taybetî bi sotemenî û gaze heye.”
‘Di dema erdhejê de Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan hembêz kir’
Meyada Elî, ji erdhejê rizgar bûye û berê xwe daye kampa Serdemê wiha got: “Dema erdhejê li mala me ya li taxa Şerqî li bajarê Helebê da, me nizanibû em çi bikin û çawa zarokên xwe biparêzin. Cara yekem bû em ewqas tirsiyan. Ji tirsa erdhejek din, em li kolanan bin barana dijwar û sermaya qers de man. Ji ber wê em ji bajarê Helebê hatin Şehbayê da ku di bin konan de xwe biparêzin. Rêveberiya Xweser, di dema erdhejê de ji bo hemû pêkhateyan seferber bû û bêyî cudahî alîkarî pêşkêş kir. Konên nû ji bo me vedan da ku em xwe di wan de biparêzin. Rêveberî hê jî kampê berfireh dike û konên nû ji bo mexdûrên erdhejê vedide. Pêşkêşkirina Rêveberiya Xweser a alîkarî û piştgiriya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nîşan dide ku rejîma Sûriyeyê ji krîzên li welat re tu çareyan nabîne.”