UNICEF: Li Sûdanê pêwîstiya 14 milyon zarokan bi alîkariyê heye

Nûnerê UNICEF’ê yê Sudanê, diyar kir ku li Sûdanê şerê navxweyî berdewam dike û got: “Ji bo rizgarkirina pêşeroja zarokan û pêşîgirtina li mirina bi komî divê bi lezgînî gelek hewldan werin nîşandan.”

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ê Sudanê Mandeep O’Brien, di parvekirina li ser hesabê medyaya dîjîtal de got: “Pêwîstiya 14 milyon zarokan bi alîkariya mirovî heye, 4 Milyon zarokên Sudanê jî ji cihên xwe bûne.”

Mandeep O’Brien şerê ku 11 meh in li Sûdanê berdewam dike weke ‘şerê wehşî’ bi nav kir û da zanîn bi milyonan kes birçî ne û got: “Li Sûdanê ji bo rizgarkirina pêşeroja zarokan û pêşîgirtina mirina mirovan, divê gelek tişt werin kirin. Niha pêwîstiya me bi agirbestê û gihandina pêdiviyan heye.”

14 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê bûyera herî mezin a mirovên bêcihmayî ku weke qeyrana herî mezin ya li cîhanê ye heye. Li welat ji ber şerê di navbera artêşê û hêzên piştgiriya lezgîn de nêzî 14 hezar kesan jiyan xwe ji dest dane, 8 milyon kes jî ji cihê xwe bûne.

5 miyon mirov birçî ne

Hat diyarkirin ku ji ber şerê navxweyî, 19 milyon zarok naçin dibistanê, 25 milyon mirovên ku ji nîvê nifûsê pêk tên pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Li gorî rapora Bernameya Cîhanî ya Xwarinê, ya 5’ê Sibata 2024’an, nêzî 18 milyon Sûdanî ji xurek û xwarinê bêpar in û ji vana 5 milyon jê li ber birçîbûnê ne.

Tevî bangên agirbestê yên civaka navneteweyî jî di navbera herdu aliyan de şer di meha Remezanê de jî berdewam dike.