Ji Bo Abdullah Ocalan nêzî 3 milyon îmze hatin komkirin

Înîsiyatîfa Azardiya Rêber Abdullah Ocalan a Suriyeyê destnîşan kir ku di nava 35 rojan de 2 milyon, 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.

Navenda Nûçeyan- Azardiya Rêber Abdullah Ocalan a Suriyeyê, derbarê kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azardiya Abdullah Ocalan di 9’ê Sibata 2024’an de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatibû destpêkirin de daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera înîsiyatîfê hat weşandin de hat diyarkirin ku kampanya heta ku digihîje hedefa xwe wê bidome.

 Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 35 rojan de bi beşdariya hemû gel, çand û pêkhateyên herêmê 2 milyon, 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku hedefa kampanyayê 3 milyon îmze ye û heta gihîştina vê hedefê wê xebat bidome.