DEM Partiyê bi pirsa ‘em kî ne’ vîdyoyek li ser dîroka Kurdan weşand

DEM Partiyê, li ser 21’ê Adarê cejna Newrozê vîdyoyek ku behsa dîroka Kurd, bi nîşeya “Em kî ne, ji ku tên û diçin li ku? Kerem bikin em li dîroka xwe temaşe bikin” weşand.

Navenda Nûçeyan- Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partiyê) bi nêzikbûna roja 21’ê Adarê cejna Newrozê, li ser dîroka Kurd vîdyoyek amade kir. Di vîdyoyê de bi gotinên; “Em kî ne, ji ku tên û diçin li ku? Kerem bikin em li dîroka xwe temaşe bikin” bi vegotina jinek dîmenên cihên dîrokî yên Kurdistanê hatine amadekirin.

Di vîdyoyê de tê vegotin ku Kurd di hemû merheleyên dîrokê de li axa Kurdistanê bûne, koka navê Kurd ji ku tê û bi taybetî behsa têkoşîna ku hatiye dayîn tê kirin. Di dawiya vîdyoyê gotinên; “Li dijî dagirkerî, zulm û talanê em li vê derê ne û em ê her dem li vê derê bin.”