‘Dadgeh bi bernedana Sara Kaya hewl dide tolê bigre’

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û ji sala 2017'an ve girtî ye, tevî cezayê wê qediyaye jî nayê berdan. Wekîlê Partiya DEM'ê parêzer Kamûran Tanhan got: "Dadgeh bi hesta tolhildanê tevdigere.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn- Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku piştî qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, di dîroka 13'ê Çileya 2017'an de di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin, dûre hat girtin. Sara Kaya ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, bi sûcên “parçekirina yekitî û yekparebûna dewletê” 2 sal, bi îdiaya “Xirab Bikaranîna Wezîfeyê” 6 meh û bi sûcê “endamtiya rêxistinê” jî 13 sal û bi giştî mehkûmê 16 sal cezayê girtîgehê hat kirin. Di Mijdara 2023'an de 3'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, têkildarî biryara ji Dadgeha Bilind re hat şandin, bi hinceta “cezayê zêde hatiye dayîn” ceza xîra kir û biryar da ku ji nû ve were darizandin.

Piştî biryara ji nû ve darizandinê, yekemîn danişîna dozê roja 26'ê Sibatê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di danişînê de, parêzeran diyar kirin ku Sara Kaya ji ber ji sala 2017’an û vir ve girtî ye, dema girtîna wê qediyaye û daxwaza berdana wê kirin. Şandeya dadgehê, bi hinceta “gumana revê, rêşkirina delîlan, hebûna gumana xurt a sûc û kontrola edlî kêm bîmine” daxwaza parêzeran red kir û danişîn taloqî 9’ê Gulanê kir.

Sara Kaya piştî ku hat girtin, sirgûnê Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat kirin, dûre jî Tîpa T ya Wanê û herî dawî jî Girtîgeha Girtî ya Tarsûs-Mêrsînê hat kirin. Di vê pêvajoyê de gelek caran mafên wê hatin binpêkirin. Sara Kaya ku li girtîgehê bi vîrusa koronayê ket, bi rojan di karantînayê de maye û nehetiye dermankirin.

'Nêzîkatiyek dijminane tê nîşandan’

Parêzerê berê yê dosyayê û Wekîlê Mêrdînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Kamûran Tanhan der barê darizandina tê meşandin de bi gotinen "tolê jê digrin" bal kişand ku Sara Kaya 7 sal, mehek û 15 roj in di girtîgehê de ye û dema girtinê ya zêde jî derbas kiriye. Kamûran Tanhan, diyar kir ku tevî biryara xirakirinê ya Dadgeha Bilind jî neberdana Sara Kaya ne rewşeke hiqûqî ye û ev nirxandin kir:

“Destpêkê em dikarin diyar bikin ku biryara berdewamkirina binçavkirinê bi nêzikatiyeke dijminane hatiye girtin. Di biryara berdewamkirina girtina wê de tevî ku zêdetirê 7 sal in girtiye jî bi hincetên ji rastiyê dûr, biryara berdewamkirina girtîna wê hat dayîn.”

'Dadgeh weke hezên dewletê tevdigerin'

Kamûran Tanhan, bi bîr xist ku Sara Kaya bi delîl nîşandana îfadeyên bi îşkence û zorê hatiye girtin û destnîşan kir ku cezayên bi îfadeyên derew hatine dayîn dijminatiya li dijî Kurdan bi awayekî vekirî nîşan didin. Kamûran Tanhan, diyar kir ku pêvajoya girtina heyî hem di Dadgeha Destûra Bingehîn û hem jî di Qanûna Ceza de bi awayekî berfireh hatiye vegotin û di vê xalê de bi binpêkirinek cidî re rû bi rû ne û wiha axivî:

“Daraz li dijî siyasetmedarên Kurd, hemû pîvanên hiqûqî datîne aliyekî û ne weke dadger û dadgehê, weke amirek dewletê tevdigere. Ji ber ku dizane bi pêkanînek re rû bi rû nayê, vê yekê pêk tîne. Ji ber ku hemû sûcên li dijî siyasetmedarên Kurd tên kirin, bi polîtîkaya bêcezakirinê bi encam dibin, dadger biryarên wisa kêfî û neqanûnî didin.”