Kongra Star: Komkujiya Helebceyê komkujiyeke li dijî mirovahiyê ye

Meclisa Kongra Star, şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û wiha hat gotin: "Dîrok şahid e ku Kurdan tu carî, li hemberî van komkujiyan dest ji nasname, doza, azadî û şoreşa ku mirovan diparêze bernedane."

Navenda Nûçeyan- Meclisa Kongra Star, bi boneya salvegera 36’ mîn a komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘Komkujiya Helebceyê êrîşeke li dijî neteweya Kurd e’

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: "Komkujiya Helebceyê komkujiya li dijî mafên mirovahiyê ye. Binpêkirina nasname û mafên gelekî ku hejmara wî 50 miliyon derbas kiriye. Hêzên desthilatdar ên ku armanca wan a sereke ew bû Kurdan qir bikin, bi napalma ku bi kar anîn, ne tenê xweza, giha û keskahiyê şewitandin, di heman demê de hestiyên zarok, extiyar, dayik û ajalan jî şewitandin. Dîrokê şahidiya vê rastiyê kiriye ku Kurdan li hemberî van komkujiyan dest ji nasname, doza, azadî û şoreşa ku mirovan diparêze bernedane."

Di daxuyaniyê de polîtîkayên rejîma Iraqê û dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û wiha domiya: "Polîtîkayên dewletên dagirker ên li ser Kurdan bi alîkariya planên navneteweyî tên kirin. Bi van planan dixwazin vîna Kurdan lawaz bikin, nasname û hebûna wan ji holê rakin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan hatine kirin û ev bêdengî weke tevkariya di komkujiyan de hat nirxandin.

‘Ger Kurd hevsengiya xwe neparêzin wê komkujî berdewam bikin’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li ber çavên cîhanê li Kurdistanê netewe, ol, çand û nasname hatin perçekirin. Niha jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriyê de ne û li ber çavên her kesê kiriyarên dermirovî tên kirin. Ev dide nîşandan ku hişmendiya desthilatdar bi îsrar e ku polîtîkayên xwe yên qirkirin û komkujiyê berdewam bike. Lewre ger em bixwazin ji vê rojê encamên dîrokî derbixin divê em bizanibin ku pêwîstiya gelê Kurd ji av û hawayê bêhtir bi yekitiyê heye. Ger Kurd hevsengiya xwe neparêzin û hişmendiya xwe ya azad nekin yek, wê bi dehan komkujî berdewam bikin.

Careke din em şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê erka dikeve ser milên me bi cih bînin û li dijî dijminên qirker û kujer têbikoşin.”