Li Depê agirê Newrozê bi beşdariya bi hezaran kesî hat pêxistin

Li Depê bajarê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan ê, agirê Newrozê hat pêxistin.

Navenda Nûçeyan- Newrozê ya îsal bi şîara "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê lidarxistin starta wê li navçeya Dep ya Xarpêtê bajarê yek ji kadroyên pêşeng PKK Mazlûm Dogan ê hat dayîn. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Termînala Süleyman Karahan bûn. Ji parêzgeh û navçeyên derdorê gelek kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Ligel hewaya baranê jî xelkê Depê qad tijî kirin û demeke dirêj dîlan gerandin.

Gelek kes bi cilên herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dema ku li qadê kefiyên kesk zer û sor bilind dibûn, ciwanan pankarta "Em agirê serhildana ciwanan in, em hatin agirê Newrozê pêxin" vekirin. Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Malbatên Hayri Durmuş, Mazlum û Delîl Dogan û Zekî Yildiz derketin ser dikê û gel silav kirin. Malbatan piştre bi çepik û tilîliyan agirê Newrozê pêxistin.

Peyamên Abdulah Ocalan ên Newrozê hat xwendin

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tûlay Hatimogullar jî beşdar bûn. Piştre Parlamentera DEM'ê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a salên borî xwend. Peyamên Abdullah Ocalan ên Newrozê wiha ne:

“Newroz azadî ye, ev rêyeke azadiyê ye. 

Silav ji kesên rêya mezin a azadî û wekhevî ji xwe re kirine rêber,

Silav ji gelê kurd re ku ji gelên herî qedîm ên vê xakê ye, Newroz watedar kiriye û ji quntarê çiyayên Zagros û Torosan heta newalên çemên Dîcle û Firatê; ji xakên Mezopotamya û Anatoliyayê yên pîroz heta şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re DAYIK’tî kiriye...

Gelê kurd û civakên din ên xwişk-bira ku bi hezaran salan ev şaristaniya mezin bi nîjad, ol û mezhebên cuda re jiyaye. Hewldan hatiye dayîn ku bi zextên siyasî, mudaxileyên derve û li ser esasê berjewendiyên komî berê wan bidin hev û pergalên heq, hiqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin di nav wan de bên avakirin. 

Bi şerên fethê yên di du sedsalên dawî ve, bi mudaxileyên hêzên emperyalîst ên rojavayî ve hewldan hatiye dayîn ku ferasetên zextker û înkarger bên avakirin, civakên erebî, tirkî, farisî û kurdî weke netewe dewletên biçûk dabeş bikin û di nava sînorên xeyalî û pirsgirêkên sunî de bifetisîne. 

Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê yên ku bingeha xwe ji modernîteya kapîtalîst a sedsala dawî digirin; hewldanên komeke elît a îktîdarê ya bijarte ku tevahiya dîrok û hiqûqa xwişk-biratiyê înkar dike îfade dike. Avakirina erdnîgariyên etnîk û yekneteweyî, berhemeke ji hedefên modernîteya kapîtalîst a dermirovî ye ku esl û cewhera me înkar dike. 

Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji bo avakirina pergaleke modernîteya alternatîf û demokratîk bingeha xwe ji cewhera dîroka rasteqîn digire di nava lêgerînê de ye. Êdî dixwaze li ser koka xwe dîsa zindî bibe, mil bide milê hev û raber ser pêyan. 

Êdî dema têkçûna rejîmên mêtingeriyê, ferasetên zextker û yekperest hatiye. 

Têgeha ‘EM’ di herka dîrokê ya van xakan de xwedî wateyeke girîng û berfireh e. Lê îktîdarên bijarte ev têgeh teng kirine û daxistine ‘YEK’ê. Êdî dema wê hatiye ku em ruh û pratîka berê dîsa bidin têgeha ‘EM’ê. 

Me, bi dehan salên xwe tenê ji bo îspatkirina hebûna gelê kurd bi navê yekperestiyê tune dihat hesibandin feda kir, me bedelên mezin dan. Tu fedekarî û têkoşîna ji bo vê hatiye dayîn vala neçûn. Gelê kurd careke din xwebûna xwe ya cewherî û nasnameya xwe bi dest xist. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesibîne, înkar dike û cihêkariyê dike serûbin bû. 

Ji bo ku em bi hev re ji vê dorpêça zilmê derkevin ku di roja me de baş hatiye fêmkirin ku li dijî hiqûqa xwişk-biratiyê û dîrokê ye, ez bang dikim ku Rojhilata Navîn li gorî cewher û şaristaniya xwe, modernîteya me ya demokratîk ava bike. 

Şerê me tu caran li dijî nîjadekê, olekê, mezhebekê yan jî komekê nebûye û nabe jî. Şerê me li dijî perçiqandinê, nezaniyê, neheqiyê, paşverûtiyê, her cureyên zext û mêtingeriyê ye. Tevî hemû xeletî, kêmanî û xeletiyên sedsala dawîn jî, me hemû gel, çîn û çandên rastî karesatên mezin hatine, yên hatine mexdûrkirin girtin gel xwe û em hewl didin pergala modernîteya demokratîk ava bikin. Banga me ji bo nûnerên hemû gelên bindest, çîn û çanda ye; banga me ji bo jinan ku çîna bindest û mêtingeh a herî kevin e, ji bo mezhebên bindest û hemû hebûnên çandî, ji bo nûnerên karkeran û hemû kesên rastî cihêkariya pergalê hatine ew e ku li dora Pergala Modernîteya Demokratîk bicivin û zîhniyet û forma nû qezenc bikin. 

Avakirina pergala modernîteya demokratîk a alternatîf a li cihî, herêmî û kûrewî, ne tenê ji bo gelê kurd, dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê azadiyê bi xwe re bîne. Li ser vî esasî ez Cejna Newrozê li hemû kesî, li hemû gelan pîroz dikim. 

Dem, dema azadiyê ye. 

Silav ji kesên hêz didin vê pêvajoyê re, 

Bijî Newroz!”