Encama şerê bi salan ê Sûriyeyê: Zêdetirî 507 hezar kes hatine kuştin

Li Sûriyeyê ji destpêka aloziyê ve heta niha zêdetirî 507 hezar kes hatin kuştin û bi milyonan kes jî koçber bûn. NY`yê hişyarî da û diyar kir ku pêwîstiya zêdetirî 16 milyon sûriyeyiyan bi alîkariyê heye.

Navenda Nûçeyan - Di encama aloziya Sûriyeyê ya ku 13 sal in berdewam dike, zêdetirî 507 hezar kes hatin kuştin û bi milyonan kes jî koçber û penaber bûn.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji ber şerê ku li Sûriyeyê didome, 169 hezar sivîl hatine kuştin, di navbera wan de zêdetirî 15 hezar jin û 25 hezar zarok hene. Her wiha 343 hezar leşker jî hatin kuştin.

Pêdiviya ji çaran sê kesên li Sûriyeyê bi alîkariyê heye

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da û diyar kir ku pêwîstiya 16.7 milyon kesan li Sûriyeyê bi alîkariyên mirovî heye. Ev hejmar jî ji çaran sisiyê niştecihên welat e.

Li gorî daneyên NY`yê ku nêzî 7.2 milyon Sûriyeyî koçber bûne. Piştî erdheja ku di Sibata 2023’yan de çêbû jî koçberî zêdetir bûye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rê û rêbazên demokratîk, gelek însiyatîf ragihandin lê belê hêzên navneteweyî û herêmî û hinek hêzên girêdayî welatên derve, li dijî van hewldanên Rêveberiya Xweser derketin û nehiştin ku encam bidin.