UNAMA: Li Efganistanê girtin û îşkenceyên keyfî zêde dibin
UNAMA’yê di rapora xwe ya dawî de ragihand ku Talîban bêparkirina jinan a ji perwerde û kar didomîne, azadiya medyayê û derbirînê sînordar bike û girtin û îşkenceyên keyfî didomîne.
Navenda Nûçeyan – Mîsyona Alîkariyê ya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), di rapora xwe ya mafên mirovan a 3 mehî de, di pêvajoya meha Tîrmeh û Îlona 2025’an de binpêkirinên mafên jinan, tepeserkirina azadiya ol û baweriyan, sînordarkirinên çalakiyên medyayê û zextên li dijî azadiya derbirînê ya li Efganistanê belge kir.
Rapor, nîşan dide ku Talîbanê jinan ji perwerdehiyê û jiyana kar bêpar dihêle û bi pêkanîna sînordarkirinên tevger, binpêkirina mafan pêktîne. Her wiha xebatkarên medyayê jî bi gef û dagirkirinê re rû bi rû dimînin.
Tê diyar kirin ku Talîbanê zext li komên etnîkî û olî dike û naverokên çandî sînordar dike. Hate diyar kirin ku bi rêya pêkanînên şerîetê dixwaze jiyana gel kontrol bike. Girtinên keyfî, îşkence û komkujiyên li dijî leşkerên berê û kesên hatine dersînorkirin jî hatin belge kirin. Li gorî raporê, herî kêm 14 komkujî û 21 bûyerên girtin, îşkence û muameleya xerab hatine tomar kirin.
Destûra kar û perwerdehiyê nîne
UNAMA’yê di rapora xwe de diyar kir ku Talîbanê ketina xebatkarên jin ên Efgan a ji bo ofîsên NY’ê asteng dike û jinan neçar dike ku malê bixebitin. Li gorî raporê, ketina dibistan û zanîngehê ya zarokên keç ên pola 6’an û jotir hatiye qedexekirin. Li hinek parêzgehan jî, li dibistanên olî xwendekarên jin keç ên ji pola 6’an jortir hatine qedexekirin.
Zêdetirê 60 jin hatin girtin
UNAMA’ê ragihand ku Talîbanê hewil dide jinan neçarî qûralên hîcab ên diyar kirine bike, zêdetirê 60 jin girtiye û berdana wan girêdayî kefaleta xizmên wan ên mêr kiriye. Her wiha bêyî wasiyên mêr xwegihandinan wesayitên giştî û xizmetan a jinan jî hate qedexekirin û ev qedexe hêj li hinek parêzgehan didome.
Jin bêyî refaqetvan nikarin biçin nexweşxaneyan
Di raporê de hate destnîşan dike ku Talîbanê xwegihandina xizmetên tenduristiyê jî sînordar dike. Li Urgenç û Kandaharê, fermana xizmet nedayîna jinên bêyî refaqetvanên mêr hatiye dayîn. Li Kandaharê jî ketina nexweşxaneyan a jinan ya bêyî refaqetvan hatiye qedexe kirin. her wiha tê diyar kirin ku jin ji bo zanîngehên tibê nayên qebûl kirin.
Cezaya qamçîkirinê didome
UNAMA’yê da zanîn pêkanînên qamçîkirinê ya li pêşberî raya giştî ya Talîbanê, mîna heftane didome. Li gorî raporê, di vê heyamê de 49 jê jin bi giştî 242 kes ji aliyê Talîbanê ve rastî cezayên fîzîkî hatin.
Azadiya derbirînê û zextên medyayê
Zextên li ser medyayê jî didome. Li gorî raporê, li dijî rojnamevanên jin qedexeyên girantir hatine pêkanîn û tenê hejmarekî pir kêm karê xwe bidomîne. Her wiha Talîbanê xebatkarên saziyekî medyayê ya perwerde jinan teşwîq dike girtiye û di civînekî çapemeniyê de bi zanebûn mîkrofona rojnamevaneke jin girtiye.