Ji bo Sûdanê bang: Tu zarok ne di ewlehiyê de ye
Rêxistinên alîkariya mirovî û navneteweyî, li dijî bi binpêkirinên berdewam ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ya li Sûdanê, der barê kûrbûna qeyrana mirovî ya li welat de hişyariyan da.
Navenda Nûçeyan – Raporên tirsnak ên darvekirin û binpêkirinên cidî yên ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve li Sûdanê tên pêkanîn, fikarên alîkariya mirovî û rêxistinên navneteweyî zêdetir kir.
Dîrektora Giştî ya UNICEF’ê Catherine Russell, diyar kir ku 130 hezar zarokên li El Faşêrê bi binpêkirinên mafên mirovan ên mîna revandin, kuştin û tundiya zayendî re rû bi rû ne û got: "tu zarok ne di ewlehiyê de ye.” UNICEF’ê da zanîn ji ber pevçûn, birçîbûn û xelaya avê zarok zêdetir tên tecrîdkirin û alîkariyên mirovî tê astengkirin. Her wiha banga agirbestek lezgîn kir û daxwaza parastina sivîlan û avakirina korîdorên derbasbûnê yên biewle kir.
Ji WFP’ê hişyarî
Bernameya Xurekê ya Cîhanî (WFP), ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Sûdanê, rayedarên welat mîna "kesê nayê xwestin" îlan kiriye û daxwaz kiriye di nava 72 seatan de ji welat derdikevin. WFP’ê hişyarî da ku dê ev biryar di gihandina alîkariyan a ji bo bi mîlyonan Sûdaniyan de bibe sedema astengiyên cidî.
Binpêkirin û darvekirinên RSF’ê
Komîteya Mafên Mirovan a Rojhilatê Sûdanê, diyar kir RSF’ê li bajarên El Faşêrê û Bara ya li Bakurê Kordofanê li dijî sivîlan darvekirin û sûcên hovane pêktîne. Di nava van sûcan de tecawiza jinan, girtinên keyfî, windakirinên bi zorê û darvekirinên li ser bingeha etnîkî cihdigre.
Komîteyê, ji bo parastina sivîlan û vekirina korîdorên derbasbûnê yên bi ewle ji civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY’ê daxwaza mudaxeleyk lezgîn kir.