Sonîa Todiyî ya Bahayî hate berdan
Sonîa Todiyî ya Bahayî ya li Babolê dijî, bi kefaletê bi awayekî demkî hate berdan.
Navenda Nûçeyan – Sonîa Todiyî ya Bahayî, bi kefaleta 3 milyar tûmenî bi awayekî demkî hate berdan û wê heta encambûna pêvajoya dozê li derva bimîne.
Sonîa Todiyî, di 20’ê Cotmehê de li navçeya Babolê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û birin cihekî ne diyar. Di heman demê de, mala Sonîa Todîyî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate lêgerîn kirin û gelek eşyayên wê yên şexsî hatin desteser kirin.
Heta niha, der barê sedema girtina wê an jî sûcdariyên li dijî wê de tu agahî nehatin bidestxistin.