Îsraîlê dîsa êrîşî Xezayê kir: 24 jê zarok 63 kes mirin

Îsraîlê piştî agirbestê duh carek din êrîşî Xezayê kir. Hejmara Filistîniyên di êrîşan de mirine, gihîşt 63 kesan û 24 ji wan zarok in.

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, tevî agirbesta li Xezayê, fermana êrîşên li dijî Xezayê bide destpêkirin, da. Di dema daxuyaniya ku hat weşandin de, artêşa Îsraîlê ragihand ku li bajarê Refah a başûrê Zîvala Xezayê êrîşên hewayî pêk aniye.
Di daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Serokatiya Îsraîlê ve hatî weşandin de, hat diyarkirin ku Netanyahu di encama şêwrên ewlehiyê de biryar girtiye û wiha hate gotin: “Di encama şêwrên ewlehiyê de, serok Netanyahu fermana lezgîn a ‘êrîşên dijwar li Zîvala Xezayê li dijî qedemeya leşkerî pêk bînin’ da.”

Wezîrê Parastinê gefa ‘ewê bedêlên giran bide’ li Hamasê xwar

Li gorî çavkaniyan, hejmara kesên di êrîşa Îsraîlê ya şevê din li ser Xezayê dayî destpêkirin de mirine, 24 jê zarok 63 e. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, diyar kir ku Hamasê li Xeza peymana tekasa esîran û agirbest binpê kiriye û gefa wê bedelê giran bide li Hamasê xwar.
Di daxuyaniya li ser navê Wezîrê Parastina Îsraîlê Katz hatî weşandin de, hate angaştin ku Hamasê li Xezayê êrîşî leşkerên Îsraîlê kiriye.

Katz da zanîn ku êrîşa Hemasê ya li dijî leşkerên Îsraîlê li Şerîda Xezayê ‘binpêkirina tund a xeta sor e’ û wê artêşa îsraîlê “bi hêzeke mezin bersivê bide.”