‘Peymanên aştiyê bi beşdariya jinan xurttir e’

Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amîna Mihemed, destnîşan kir ku divê jin ji bo domdariya aştiyê, di sêwirandina peymanên agirbestê, şekildana muzakereyan û pêvajoyên veguheztin û ji nû ve avakirinê de pêşengiyê bikin.

Navenda Nûçeyan – Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amîna Mihemed, da zanîn roj bi roj dengê jinan kêmtir dibe, tundiya li derdora wan zêdetir dibe û balkişand li ser rola jinan a di hevdîtinên aştiyê de.

‘Jin ji hevdîtinên aştiyê tên dûrxistin’

Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amîna Mihemed, diyar kir beşdarbûna jinan a ji bo hevdîtinên aştiyê, peymanan xurttir, wekhevtir û domdartir dike û got: “Rûxmê ku jin mexdûrên herî mezin ên şer in, piranî caran ji hevdîtinan tên dûrxistin. Di pevçûnên sala borî de nîvê kesên hatin qetilkirin, jin bûn. Amîna Mihemed, balkişand ser kêmbûna dengên jinan û got ku ev yek bi taybetî li herêmên ku tundî zêdetir tê jiyîn, diyarker e.

‘Dûrxistina jinan a ji pêvajoyên aştiyê, newekheviyê kûrtir dike’

Amîna Mihemed, balkişand li ser biryara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya di sala 2000’an de hat qebûlkirin û diyar kir tevlîbûna jinan di pêvajoyên aştiyê de sozek bû, lê ev soz niha di bin gefê de ye. Amîna Mihemed, wiha got: "Jin dema pevçûn dest pê dikin, bedela herî mezin didin, lê dema hevdîtinên aştiyê destpêdikin, beşdariya wan nîne. Dûrxistina jinan a ji pêvajoyên aştiyê, newekheviyê kûrtir dike.”

‘Divê jin pêşengtiya aştiyê bikin’

Amîna Mihemed, da zanîn divê jin ji bo domdariya aştiyê, di sêwirandina peymanên agirbestê, şekildana muzakereyan û pêvajoyên veguheztin û ji nû ve avakirinê de pêşengiyê bikin. Amîna Mihemed, ji bo zêdekirina beşdariya jinan çar rêgezên bingehîn pêşniyar kir: “Beşdariya rasterast a jinan di tîmên danûstandinê de, bi jinan re şêwirmendiyên birêkûpêk, beşdariya pisporên wekheviya zayendî ya ji bo peymanên aştiyê û tayînkirina jinan a mîna navbeynkarên sereke.”

Amîna Mihemed, ragihand ku mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê armanc dike ku temsîliyeta jinan herî kêm ji sedî 35 be. Amîna Mihemed, bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo zêdekirina beşdariya jinan a ji bo pêvajoyên aştiyê gavên berbiçav bavêje û daxwaza kir ku ji bo aştiyek mayînde û berfireh gelek stratejiyan pêş bixin.