‘Divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest werin avêtin’
DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe ya ku 27’ê Cotmeha 2025’an li Enqereyê lidar xistî de got: “PKK’ê ragihand ku hemû hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişand. Divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest werin avêtin.”
Navenda Nûçeyan – Meclîsa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna xwe ya ku 27’ê Cotmeha 2025’an li Enqereyê lidar xist, eşkere kir.
Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya DEM Partî wiha ye:
“Meclîsa Partiyê di 27’ê Cotmeha 2025’an de li Enqereyê civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de bi berfirehî li ser rojeva siyasî, rewşa me ya rêxistinî, xebata Koma Partiya me ya Parlamentoyê û bi taybetî jî li ser amadekariyên me yên budceya 2026’an ku dê di rojên pêş de destpê bikin, nîqaş hatin kirin. Li ser vê bingehê,
*Di civînê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku zêdetirî salekê ye rojeva sereke ya welêt e, hat nirxandin û ji bo bicihanîna armanca pêvajoyê erk û berpirsyariyên partiya me ji nû ve hatin nirxandin. Wekî ku tê zanîn, PKK’ê di Kongreya xwe ya 12’yemîn de xwe fesih kir û di 26’ê Cotmeha 2025’an de ragihand ku wan hemû hêzên xwe yên çekdarî ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişandiye. Divê ev pêşketin ji bo demokrasî, hiqûq û pêvajoya aştiya civakî wekî xaleke giring were hesibandin; divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest werin avêtin. Îradeya gelê me eşkere ye, gel dixwaze êşên bi salan, windahî û wêrankirin êdî bi dawî bibin. Divê ev gav bi dilsozî were piştgirîkirin da ku li şûna tundiyê siyaset, li şûna şer û pevçûnê jî çareseriyeke demokratîk pêş bikeve. Ji ber ku aştî ne tenê bi rawestandina çekan, di heman demê de bi naskirina hemwelatîbûna wekhev û mafên demokratîk mayînde dibe. Di daxuyaniya 27’ê Cotmehê de, Hevserokên me yên Giştî nêrînên partiya me hem li ser pêvajoya giştî û hem jî li ser gava dawî ya ku tevgera Kurd avêtiye, ango biryara vekişîna hêzên çekdar, ragihandin raya giştî. Em bi biryar in ku her berpirsyariya ku dikeve ser milê me, wekî ku me duh bi cih anî, em ê îro jî bi cih bînin da ku pêşî li têkçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigirin û aştî û wekheviyê li van axan misoger bikin. Avakirina aştî û civaka demokratîk dê rê li ber jiyaneke wekhev û azad ji bo her kesî veke. Pêşeroja vî welatî dê ne bi siya çekan, lê bi îradeya kolektîf a gelan were destnîşankirin.
*Tirkiye careke din bi kiryarên hikûmetê yên neqanûnî, neheqî û zilmê re rû bi rû ye. Operasyonên dawî yên ku li dijî CHP’ê hatin kirin, ne tenê li ser partiyekê, lê li ser tevahiya muxalefeta demokratîk û îradeya gel hatine kirin. Vê carê, hikûmetê di operasyonên xwe yên li dijî muxalefetê de ku bi rêya dadweriyê pêk tîne, serî li tohmetên “sîxuriyê” daye. Her wiha tayînkirina qeyûman ji bo dezgehên medyayê jî geşedanên heyî ne. Pir eşkere ye ku tohmetên li dijî TELE1 û li dijî rojnamevan Merdan Yanardag, bê bingeh in û armanca van tohmetan tepeserkirina medyayê ye. Em zextên li ser çapemeniyê û pratîka qeyûman bi tundî şermezar dikin. Hêzên demokrasiyê dê li hember van pêkanînan bêdeng nemînin. Em ê bi baweriya xwe ya bi nirxên exlaqî û demokrasiyê û bi biryardariya xwe ya têkoşînê hevgirtina xwe xurt bikin.
*Pêvajoya budceyê ku dê li ser budceya 2026’an nîqaş bê kirin û biryar bên stendin, dest pê kiriye. Budce ji bo desthilatdarên siyasî wekî belgeya siyasî ya herî giring e, ji ber ku sêwirandina budceyê tercihên desthilatdaran bi zelalî nîşan dide. Prensîbên ku çavkaniyên dahatê yên welatan û belavkirina wan bi tercihên budceyê tên destnîşankirin. Dadperwerî, şefafî û wekheviya belavkirina çavkaniyan, dikarin bi lêkolîna budceyan werin fêmkirin. Tercihên siyasî yên hikûmeta AKP’ê jî di pêşnûmeya budceya 2026’an de bi awayekî zelal diyar in. Em vê budceya ku desthilat ji feqîran berhev dike û li dewlemendan belav dike, red dikin. Di vê pêşnûmeya budceyê de tu taybetmendiyên ku pêşeroja karker, jin û ciwanan biparêzin tune ne. Ev budce şer, xerckirina çekan û sermayeyê dide pêş, li ser kedxwariyê û bêewlehiyê hatiye amadekirin, lêçûnên ku serdestiya mêrperest, istismara baweriyê û istismara olê ji bo qezenca siyasî pêş dixin xistiye pêşiya her tiştî. Û ev budce xizmeta siyaseta talankirinê dike ku dikare bibe sedema wêrankirina xwezayê. Di vê budceyê de ked, aştî û wekhevî tune ye. Ev budce ji bo sermayeyê vekirî û ji bo karkeran girtî ye. Meclîsa Partiya me biryardar e ku di mehên Mijdar û Kanûn de têkoşîna ji bo budceyeke gelparêz û wekhev di bin sernavê “NAN-AŞTΔ de gur bike. Me biryar daye ku bernameyeke çalakiyê bi rojevên li ser mûçeya herî kêm, li ser teqawidbûyiyan, li ser kûrbûna xizaniyê û li ser aştiyê pêk bînin; em ê bi van rojevan meşek pênc-alî ber bi Enqereyê ve li dar bixin û bi daxwazên gel re, bi hemû hêzên demokratîk û kedê re, li dijî budceya pêşniyarkirî ya 2026’an a hikûmetê derkevin kolanan. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku aboriyeke aştiyane û budceya gel dixwazin û ji bo vê yekê li dijî vê pergala sermayeyê têdikoşin ku ev pergal welatekî xizan û civakeke bêpar diafirîne, muxalefeteke yekgirtî û bihêz biafirînin, têkoşînê berfireh bikin û hevkariyê bikin.
* Rêziknameya ku di bin navê “Pakêta Dadweriyê ya 11’emîn” de di raya giştî de tê nîqaşkirin ne amûra edaletê ye, amûra kontrol, înkar û zordariyê ye. Ew hewldanek e ji bo qanûnîkirina cudakariyê. Pêdiviya demê ew e ku qanûnên ku wekheviyê binpê dikin û dij-demokratîk in werin sererastkirin. Pêdiviya rêziknameyên qanûnî yên berfireh û azadîxwaz pêwîst e, ne ku di pergala qanûnî de bi cezayên girantir guhertinên ku sînordariyê mezintir dikin werin bicihanîn. Pêdiviya civakê ji bo edalet û demokrasiyê daxwazeke bingehîn e, lê belê xuya ye ku hema bendek jî di pakêta dadweriyê de van daxwazan pêk nayîne. Berevajî vê, ev pakêta pêşnûmeyê amadekariyek e ji bo nêzîkatiyek ku dê pratîkên dij-demokratîk bêtir kûr bike û rê li ber sûcên nefretê veke. Her welatiyek, bêyî ku çand, ziman, bawerî, nasnameya zayendî, an meyla wî/wê ya cinsî çi be, heq dike ku mafên wekhev û jiyaneke bi rûmet bijî. Rêzgirtina vê yekê ji bo civakeke demokratîk şertek e. Wekî Partiya DEM’ê, em vê pakêta dadweriyê wekî êrişek li ser baweriya bi jiyana hevbeş dibînin; em bi biryar in ku li dijî vê pakêta dadweriyê ku êrişî cihêrengiya me dike, hevkariya xwe ji bo bilindkirina têkoşîna civakê, ji bo wekhevî, azadî, edalet û aştiyê berfireh bikin.
Em ne bêhêvî ne. Ji ber ku hêza rêxistinkirî ya gelan ji her cure zilmê mezintir e. Ji ber ku gelê bi rûmet ê vî welatî bê westan ji bo wekhevî, azadî û aştiyê têdikoşe.”