Cezayê Şerîfe Mihemedî veguherî 30 sal cezayê girtîgehê
Parêzerê aktivîsta mafê karkeran Şerîfe Mihemedî, ragihand ku cezayê darvekirinê yê muwekîlê wê bi êrêkirina Serokê Dadgehê veguherî 30 sal cezayê girtîgehê.
Navenda Nûçeyan – Parêzera aktivîsta mafê karkeran Şerîfe Mihemedî Amîr Reysiyan, ragihand ku bi erêkirina Serokê Dadweriyê, cezayê darvekirinê ya Şerîfe Mihemedî yek pileyê hat kêmkirin û veguherî 30 sal cezayê girtîgehê.
Amîr Reysiyan, diyar kir ku her çend xeteriya cezayê darvekirinê ji holê rabûye jî, dê şopandina pêvajoyên qanûnî bidome û ji bo doz bi temamî bê betalkirina dixebitin. Amîr Reysiyan, da zanîn ev hewldanan bi armanca fihîlbûna Şerîfe Mihemedî ya ji sûcdariya serhildanê bi rêya ji nû ve darizandinê an jî sepandina madeya 477’an didome.
Rûxmê ku ev guhertinê di qonaxa heyî de ket pêşiya karesatek mezin jî, pêvajoya qanûnî dê bidome.