Tundiya mêr dîmenek vegotibû: Bahar Hezer hat qetilkirin

Li Rihayê Rêveberiya IMO Bahar Hezer ji alîyê birayê xwe Yekta Hezer ve hat qetilkirin.

Riha - Rayedarên hikûmetê li hemberî zêdebûna qetlîamên jinan ên li Tirkiyeyê, tedbîrên pêwîst nagirin. Hem ji ber biryarên edlî û hem jî ji ber qetlîamên ku dewlet guh nade wan, her roj jin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Li navçeya Karakopru ya Rihayê kesê bi navê Yekta Hezer xuşka xwe Bahar Hezer ku Rêvebera Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Rihayê bû, bi çekê qetil kir. Kiryar piştî bûyerê li Bulvara Peyayê Masî ya navçeyê hat binçavkirin, cenazeyê Bahar Hezer birin Morga Tiba Edlî ya Rihayê.

Bahar Hezer a ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin, bi boneya 25'ê Mijdarê vîdeoyek ku şîdeta mêr a li ser jinê vedibêje, kişandibû.