Fermandara YPJ’ê: Divê gelên Rojhilata Navîn xwedî bertek bin
Fermandara YPJ’ê Viyan Adar li dijî êrîşan bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku xwedî helwest bin û got, “Armanca êrîşên dewleta Tirk projeya neteweya demokratîk e.”

RONAHÎ NÛDA
Hesekê – Dewleta Tirk di 19’ê Mijdarê de bi balafirên şer, balafirên bêmirov (SÎHA), maşok û çekên giran êrîşî seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de ziyanên madî û canî çêbûn. Li bajarê Dêrikê qetlîam pêk hat û di encama vê êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di van êrîşan de binesaziya herêmê mîna petrol, gaz, dibistan û nexweşxane bûn armanca êrîşan. Heta roja îro jî êrîşên dewleta tirk bênavber didomin.
Têkildarî mijarê Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Viyan Adar, nêrîna xwe anî ziman.
‘Projeya Netewa Demokratîk hedef digre’
Fermandara YPJ’ê Viyan Adar diyar kir ku êrîşên dewleta tirk îro dest pê nekirine, 10 sal in bi rê û rêbazên cuda êrîşî herêmê dike û got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şerek dijwar derbas bû, bi gelek komên çeteyan re şer pêk hat û ji derve gelek destek ji çeteyan re hebû ku ya berbiçav Tirkiye bi xwe bû. Îro jî Tirkiye bi hincetên cuda gefan li herêmê dixwe, hewl dide herêmên me dagir bike. Rastiya plana dewleta faşîst a tirk ew e ku derdorê hemû bixe bin hikmê xwe û destwerdanê li her derê bike, demografya heremê biguhere. Lewra plana xwe ya înkar, îmha û qirkirina gelan bi fizîkî, çandî û di hemû waran de didomîne. Hedefa esasî qirkirina gelê Kurd, projeya neteweya demokratîk û çanda gelan e.”
‘Dê êriş bê bersiv nemînin’
Viyan Adar a destnîşan kir ku ji roja têkçûna DAIŞ’ê ve êrişên dewleta Tirk a li ser heremê didome, bal kişand sekna berxwedêr a gelên heremê ya li dijî van êrişan û wiha qala êrişan kir: “Di êrîşa 19’ê Mijdarê de êrîş li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin, di van êrîşan de hejmarek hemwelatî şehîd ketin. Di van êrîşan de nûçegihanên ku xwestin rastiyê nîşanî cîhanê bidin şehîd ketin û birîndar bûn. Tu leşker di wê êrîşê de şehîd neket, hemû sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em tu caran bê bersiv namînin û êrîşên ku li hemberî gelê me pêk werin di bersiva xwe bigrin.”
‘YPJ’ê tirsek mezin xistiye dilê dewleta Tirk’
Viyan Adar a rola YPJ nirxand, destnîşan kir ku YPJ’ê parastina nirxên jin û gelan dike û da zanîn ku dê YPJ plana Lozana nû vala derbixe û hesreta ku dewleta tirk hêvî dike dê dilê wî de bihêle û wiha pê de çû: “Bi taybetî şerê ku li hember çeteyên DAIŞ’ê meşand, sekna jinan a bi hêz di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de misoger kir, ji lewra me got şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan e. Ne tenê jinên di YPJ’ê de, jinên li malê, yên di warê siyasî, dîplomasî, akademî, di her warî de parêzvanên şoreşa jinan kirin. Jinan di her warî de li hemberî zîhniyeta zilam a desthilatdar têkoşînek mezin meşandin. Têkoşîna jinan di şoreşa 19’ê Tirmehê de di asta pêşengiyê de seknek pir xurt raber kir. Em dikarin bibêjin îrade, nasname û sekna xwedawend bi ser ket lewra zîhniyeta desthilatdar vê yekê hezim nake. Tehemul nake ku rengê jinan di civak û şoreşek de derkeve pêş.”
‘Ya ku bi ser dikeve îrade ye’
Fermandara YPJ’ê Viyan Adar a bal kişand êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser hîn heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pêl da axaftina xwe: “Efrîn, Girê Spî û Serêkanî li gorî dewleta tirk gundek e, bi hemû hêz û teknîka xwe ya pêşketî êrîşî van herêman kir û bi hezaran hêz seferber kir ji bo dagir bike. Dibe ku teknîka me weke ya wan nebe lê di van şeran de îradeya me bi ser dikeve. YPJ’ê çawa ku li hember çeteyên DAIŞ’ê şer meşand, dikare li hember dewletê jî bimeşîne. YPJ amade ye di şerê ku li dijî gelê wê pêk were de gel biparêze, ji ber ku YPJ’ê di şerên DAIŞ’ê de gelek tecrubeyên xurt girtiye. Dewleta tirk ji her aliyê ve êrîşî Kurdan dike, ji lewre yek dijminê me heye ew jî dewleta tirk e lewra hewce dike ku em li hemû aliyên Kurdistanê bi îradeya gel û hemû pêkhateyên ku ji bo azadiyê têdikoşin, şer bikin. Êrîş li hemberî Rojhilata Navîn in ji lewre divê gelên Rojhilata Navîn li hemberî van êrîşan xwedî bertek bin.”
‘YPJ serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dike’
Viyan Adar bal kişand ser Jîna Emînî û di şexsê wê de serhildana ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk hatiye û wiha pêl da gotinên xwe: “Di şexsê Jîna Emînî de serhildanek mezin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk hat. Gel piştî Jîna Emînî bertek nîşan dan û îro li ser piyan in. Em wek YPJ’ê serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin. Îradeya gel ku di wan serhildanan de derketiye em pîroz dibînin û bi dirûşma jin jiyan azadî belavî tevahî cîhanê kirine gelek girîng e. Dirûşma jin jiyan azadî, ji bo yekitiya hemû jinên cîhanê ye. Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan dimeşe. Pergala Îranê jî zext û zilmê li hemberî gel dike, cesareta jinan hêzê da hemû civak û mirovahiyê ku tevli serhildanê bûn. Em jî wê dirûşmê ji xwe re esas digrin û jin jiyan e. Ev serhildan û pêşengiya jinan tirsek mezin e ji bo zîhniyeta desthilatdar. Heta niha gelek însanan di wê serhildanê de jiyana xwe ji dest dan em wan bi bîr tînin. Dê ew serhildan bibe serhidana jinan dê belavî tevahî cîhanê bibe û dê ew serhildan bi pêşengiya jinan azadiya jinan misoger bike.”
‘Yekitiya gel dê êrîşan û xeyalên Lozana nû vala derbixe’
Viyan Adar a berxwedan û sekna gel a li hember êrîşan nirxand, diyar kir ku dê parastin bi hêza gel pêk werê û wiha got: “Hemû desthilatdar tirsa wan ji yekitiya gel heye ji lewre meşa gel îrade ye û ev îrade bi sekna xwe bi ser zîhniyeta desthilatdar ve diçe. Ji bo gel parastina xwe bike û zarokên xwe xilas bike, hebûna xwe diyar bike, di şeva êrîşan de gelek kes çûn Dêrikê lê dewleta tirk di dema kombûna gel de bombe barand û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ya ku van êrîşan û xeyalên Lozana nû vala derbixe, yekitiya gel e. Mafê vî gelî û zarokên wê heye ku parastina civaka xwe ji her alî ve bikin. Sekna pîroz a gel pergala heyî qebûl nake û bi vê şêweyê jiyanê qebûl nake, peyama gel ji dagirkeran re ew e. Ya ku serkeftinê misoger bike, îradeya gel bi xwe ye. Hêza parastinê ya herî mezin, hêza gel û yekitiya gel e, bêguman jin jî pêşengên wê ne. Li hemberî îradeya gel dê ev pergal hilweşe. Dewlet çiraya kesk ji hev re pêdixin û wiha êrîş li hember gel pêk tên, ji lewre gelê me bendewarê tu dewletan nîn e. Hêza çareserî ya esasî gelê herêmê û Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn bi hev re dikare bi ser bikeve. Bê Kurd û Ereb serkeftin nabe. Îro dibe ku Rojava bibe tovê çareseriyê ji tevahî Rojhilata Navîn re ji lewre pêwîst e her kes xwedî li vê şoreşê derkeve.”
‘Soza me ye em ê jiyana azad misoger bikin’
Viyan Adar herî dawî sekna gel a pîroz silav kir û diyar kir ku dê jiyana azad bibe para hemû gelên azadîxwaz û wiha bi dawî kir: “Em hemû hêzên parastinê ku li hemû qadan têdikoşin silav dikin. Soza me ji şehîd û hemû gelên Rojhilata Navîn re ev e: Em ê jiyana azad misoger bikin. Em ê şoreşa jinan û Rojhilata Navîn bi ser bixin û wê jiyana azad bibe para hemû gelan.”