Li Îranê herdû xuşk Jaleh û Shima Ibn Abbas hatin girtin

Herdû xuşkên hev yên bi navê Jaleh û Shima Ibn Abbas bi hêceta piştgirî dane serhildanên li dijî rejîma Îranê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Bi hêceta ku piştgirî dayîne serhildanên gel yên li Îranê ku ji 16’ê Îlonê ve destpê kirin û hîn berdewam dike, dû xuşkên hev yên bi navê Shima Ibn Abbasi ya 26 salî û Jaleh Ibn Abbasi ya 23 salî, di 3’ê Kanunê roja Şemiyê li Shino ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin û sewqî navenda binçavkirinê ya Urmiye kirine.

Hat zanîn ku herdû xuşkên bi navê Jaleh û Shima Ibn Abbasi bi hêceta ‘Beşdarî xwepêşandananan bûne’ û ‘Piştgirî dane gel da ku beşdarî serhildanan bibin û malzeme belav kirine’ hatine girtin.