Çiyayê Abîdar a bi efsûn ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diqîre

Mirov parçeyek ya xwezayê ne, lê mirov hemû jiyanîkirinên civakî bi xwezayê re jî parve dike. Di rêwitiya ku me bi çalakvanên hawirdor ya Çiyayê Abidar re kir de, li ser hemû daran diruşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tên xwendin.

HÎMA RAD

Sine – Rojhilatê Kurdistanê bi çiyayên bilind û bê hempa kêsên ku dixwazin wan hilkişin, hembêz dike. Li Sine çiyayê Abîdar ji bo gelê bajar parçeyek bê hempa ya çiya ye û di van rojan de yên ku wan çiyayan hilkişin lutkeyê ne tenê manzareya bê hempa ya peyîzê, rastî dirûşmeyên serhildan û şoreşê tên.

Em bi komek çiyagerên Sine re ji bo hilbikişin çiyayê Abîdar ketin rê, çiyayê Abîdar bi dirûşmeyên serhildana ku ev sê mehe berdewam dike em pêşwazî kirin. Lutkeya herî bilind a Sine, bi dirûşmên herî diyar hatine xemilandin. Çiyayê Abîdar cihê Jinên Egîde, bi dirûşmeyên ku zinarên em pişta xwe didinê ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikin.

Her gava wê hema bêje çiyayê Abîdar veguheriya dirûşmeyekê bi hilkişîna daran serhildan derdikeve, pelên wê bayê peyîzê lê dide û ber ji li ber piyê me weke serhildanên hatine bicihkirin. Çiyayê Abîdar ne ew çiya ye ku berê sê mehan em dihikişiyabûn û çiyayek yê nû yê Abîdar li pêşberî me ye. Serhildanên ku li beramberî  bindestî û girtinê destpêkirin bi xwezayê re bûye yek û li pêşberî me disekine.