‘Ger hun bikevin car din rabin ser lingan û dev jê neqerin’

Bi boneya roja cîhanî ya xwedî pêdawistiyên taybet, Savê Saman ya 20 salî diyar kir ku ew xwe weke kesek xwedî pêdawistiyê taybet nebîne û xwe weke taybet û cûda nas dike û li dijî hemû zoriyan her tim bi hêz e.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Savê Saman ya 20 salî ciwanek taybet e, xwe weke kesek xwedî pêdawistiya taybet nabîne, xwe weke kesek taybet û cûda nas dike. Yekane daxwaza Savê Saman ew e kes wê weke kesek cûda nebine û ew kesên pêre rû bi rû dimîne weke dayika wê wê hembêz bikin û destê wê bigrin.  

‘Piştevana min a herî mezin dayika min e’

Savê Seman li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê weke kesek taybet û cûda tê dinê. Dewlemendiya bajar ya çandî, rêjeya hiş û rewşenbîrî bandor li ser Savê û malbata wê dike, dikeve hembêza malbatek bi hişmendî û dayikek xwedî  heskirin. Çawa ku Savê Saman ji bo dayika xwe kesek taybet be, ji bo Savê jî dayîka wê ewqas taybet û cûda ye. Dema behsa piştgiriya malbatê dike û spasiya dayika xwe dike û di jiyana xwe de wiha behsa cihê dayîka dike: “Ez 20 salî me, dayika min her tim bûye piştgiriya min ya herî mezin, tu caran ez bi tenê ne hêlam. Her tim min hembêz kir û destê min girt, dema min dest bi dibîstanê kir di destek yê dayika min de çanteyê min û di destê din de jî destê min hebû. Min sal wisa derbas kir, ger dayika min nebûya ezê nebûyam kesek xwedî azweriya xwendinê.”

‘Ez ne ya cihê me…’

Pênasekirina Savê Saman ya jiyanê gelek sade ye; weke yek din lê neyê nêrin jiyan bike… li dijî zehmetiyan sitemkirin û ji bo çêkirina wê daxwazên wê hene û got: “Her demê jiyanê zehmet e û hatiye zehmetkirin. Di qada  gelemperî de gelek avahî li gora kesên xwedî pêdawistiyê taybet nehatiye çêkirin, yan jî ji bo kesên xwedî pêdawistiyên taybet qadek taybet nîne. Minak dema ku ez diçim ser merdiwenan gelek zehmetî dikêşim û lazim e di vê mijarê de çareserkirin hebe. Ji ber ez weke kesek taybet û cûda hatime dinê ez qebûl nakim weke ya cihê li min were meyzekirin. Ji zarokatiya xwe ve her tim ez rastî van nêzikatiyan hatim, ji aliyê havalên min yên leyîstokê ve, di rê de dema diçûm ji aliyê kesek din ve hertim ez rastî cihêkariyê hatim û weke yek din hatim dîtin. Her çendî li gora berê di vî alide di rêjeyê de başbûn çêbirbe û hîna hestiyariya ku heye têrê nake. Em jî ji sinifek taybet û cûda ne, bila me weke yek din nebînin. Ev rewş gelek caran deruniya min têk bir, ez êdî gelek westiyam.”

‘Jinbûn hîn zêdetir zehmet e’   

Savê Saman a dibêje "Hûn ê taybet û cûda bin û li ser vê yekê hûn ê jin bin. Dema ku ev her du bigihin hev, jiyan gelekî dijwartir dibe.” bi van gotinan şîret li hemû jinên ku weke xwe di jiyanê de têkoşîn û serketinê dike: “Eger ketin, dîsa hewl bidin ser lingan dev jê neqerin."

Xeyalên Savê Saman yên ji bo dahatuyê hene, ne tenê ji bo kesên weke xwe taybet, alîkariya derunî ji bo hemû kesîmên civakê bike dixwaze bibe derûnas û dibêje: “Ji bo ez bikarim cîhana hindirîn ya mirovan bixwînim û weke mamostayekê ji wan re bibim alîkar.”