'Her ku jin xwe bi rêxistin dikin tirsa desthilatdariyê zêde dibe'
Siyasetmedarên jin li dijî girtina 8 aktivîstên TJA'yê bertek nîşan dan bal kişandin ku mezinbûna rêxistinbûna jinan desthilatdariyê tirsandiye lê dê nikaribe bi van polîtîkayan têkoşîna jinan biçewisîne.

Amed – Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê endamên Tevgera Jinên Azad de daye destpêkirin de; li gelek bajaran di roja 29’ê Mijdarê de avêtin ser gelek malan û 21 jin hatin binçavkirin. Piştî ku li emniyetê mafê xwe yê neaxaftinê pêk anîn, li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin û bi îdiaya “Rêveberiya rêxistinê” û “Xebata li ser navê rêxistinê” 8 ji wan hatin girtin, 13 ji wan jî bi şertê hebsa malê hatin berdan. Xebatên wan û konferansên ku di navbera salên 2011-2020’an de hatine lidarxistin wekî hinceta girtinê nîşan dan. Ji ber ku jin di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin, siyasetmedarên jin bertek nîşan dan û diyar kirin ku yên hêza desthilatdariyê têk bibe, jin in loma bi vî rengî tên hedefgirtin.
'Bersiva me li dijî van girtinan rêxistinbûn e'
Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun bal kişand ku desthilatdarî di polîtîkayên xwe yên zextker û nêrane de bi îsrar e û diyar kir ku jin li dijî van polîtîkayan bi salan e li ber xwe didin û got ku wan nêzîkahiya desthilatdariyê ya li dijî jinan di 25’ê Mijdarê de li kolanan dîtine. Remziye Tosun bi bîr xist ku bi sedan jinên ku li dijî şîdetê wê rojê derketin kolanan rastî şîdeta polîsan hatine û piştî 25’ê Mijdarê li dijî TJA’yê operasyon pêk hatiye, jin bi lêdan û îşkenceyê hatine binçavkirin û bi gotinên; “Di polîtîkayên desthilatdariyê de tu hiqûq, exlaq û însaniyet tune ye” got ku sedema zêdebûna zextên li dijî jinan polîtîkayên bêcezabûnê ve girêdayî ne. Remziye Tosun got ku polîtîkayên zextker ên li dijî jinên berxwedêr hatine astek wisa ku êdî kêr gihîştiye hestî û got: “Em ê li dijî vê rewşê tu carî bêdeng nemînin. Bersiva me ji bo girtina rêxistinbûna me ye û dê têkoşîna me bidome.”
'TJA bû hedefa sereke ya êrîşan'
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî bal kişand ku jinên li dijî tifaqa AKP-MHP’ê têdikoşin hedef tên nîşandan û wiha got: “Jinên ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têdikoşin dikarin werin ba hev û her dem polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr dikin di hedefê de ne. Tevgera jinên Kurd TJA ya ku herî zêde hêzê dide têkoşîna jinan û xeta têkoşînê bi hêz dike bû hedefa van êrîşan. Jinên Kurd bi qasî têkoşîna azadiya jinan, li dijî faşîzm, dagirkerî û şer jî têkoşînek mezin dide meşandin û ji bo civakê rola pêşeng dilîze.”
‘Li dijî jinên azad ên îtiraz dikin tehemula wan tune ye'
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî têkildarî operasyona li dijî aktivîstên jin wiha got: “Operasyona li dijî TJA’yê, bi qasî ku parçeyek ji êrîşên sîstematîk ên li dijî îradeya jinan e, divê ku were zanîn li dijî destkeftiyên gelê Kurd e jî. Em dibînin ku li hundir û derve polîtîkayên şer dijwartir bûne, operasyonên ku her dem hebûn bi awayê zêdetir didomin. Polîtîkayên qedandin, tesfiyekirin, teslîmgirtinê heta îro tu encam nedane û ji ber ku hilbijartin jî nêz dibe, desthilatdarî bi fikar e û êrîşên xwe zêdetir dike. Li dijî jinên ku azad bûne, beşdarî siyasetê bûne, îtiraz dikin, dixwazin hinek tiştan biguherînin, tehemula wan nemaye. Bi taybetî jî ji siyasetmedarên Kurd ên jin re. Dizanin ku jin bi tayên porê xwe dikarin çi bikin, mînakên vê li cîhanê dibînin û ditirsin. Jin dê li ked, beden, îrade, tayê porê xwedî derkevin. Ya dikeve ser milên me ew e ku em piştgiriya jinan mezintir bikin û ji bo cîhana xweş a ku jin tê de dikarin bi kêfxweşî bijîn têkoşîna xwe bidomînin. Em bêdeng nabin û natirsin. Em li ba jinên TJA’yî ne. Jin jiyan azadî.”