Jinan helwest nîşanî biryara dadgeha federal a Iraqê dan
Jinên partî û rêxistinan daxwaz kirin ku civak hişyar bin û li dijî biryara dadgeha federal a Iraqê bisekinin.

ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî- Li gora madeya 18 ya zagona jimare 15 di sala 2008’an de (Zagona di aliyê kesayetiyê jimare 188 di sala 1909’an de hatiye pejirandin) tê de karkirin ji bo xala pêncem ya madeya 40 a heman zagonê Iraqê rakirin û li cihê wê xal bi vî awayî ye: Ger mêrek duyem car bizewice, mafê jina yekem heye daxwaza cudabûnê bike.
Di 30 Mijdarê de dadgeha bilind a Federaliya Iraqê biryar da ku ev made were rakirin û madeya 18’emîn a "Qanûna Mafên Kesane" ya ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû qebûlkirin, "dijî qanûna bingehîn” dît “nedestûrî" dîtibû û biryara rakirina ji meriyetê dabû. Ji ber li gorî zagona Iraqê ger mêr jina duyem anî mafê jinê nîne daxwaza cudabûnê bike. Lê belê di madeya ku hatiye qebûlkirin de li Herêma Kurdistanê ger mêr cara duyem bizewice, mafê jin heye daxwaza hevberdanê bike.
Biryara dadgeha federal a Iraqê bû sedema nerazîbûnên jinên Başûrê Kurdistanê û diyar kirin ku ew bêdeng nabin, zagona ku li dijî jinan li herêma Kurdistanê bi cih bikin û divê li gorî zagona hatiye pejirandin tevbigerin.
‘Pirzewacî dibe sedema belavbûna malbatan’
Endama odeya pêwendiyên siyasî ya Tevgera Goran Saza Abdulah der barê zagona ku hikumeta Iraqê ji bo anîna jina duyem û nabe jina yekem daxwaza cudabûnê bike derxistiye de wiha got: “Mixabin mêrsalarî zordest bûye, li ser biryara hikumeta Iraqê mêr biryaran derdixin, ji ber wê ew biryarên ku derdixin zêdetir di berjewendiyên mêran de ye. Pirzewacî ne tiştek rewa ye ku li hemberî jinan dikin, li cîhana pêşketî nabe mêrek çend jinên wî hebin, pirzewacî diyardeyek nebaş e û wisa dike ku malbat ji hev belav bibin.”
‘Zagon wisa dikin jin di dereceya duyem de bimînin’
Saza Abdulah bi bîr xist ku ew biryar û zagona hikumeta Iraqê derdixe mêrane ye û dixwazin jinan biçewisînin û her dem di dereceya duyem de bimînin û wiha got: “Hikumeta Iraqê dixwaze zagona Talîbanê li Iraqê bi cih bike û nehêle jin di warê biryardayîn û xwendinê de azad bin. Hikumeta herêmê ne serbixwe ye û ji ber wê hikumeta Iraqê di berjewendiyên xwe de biryaran dide divê xelk were hişyarkirin û bi rêxistinên jinan re rêgirî li vê biryara zagonî bikin.”
‘Zagon ji bo biçûkxistina jinan e’
Çalakvana jinan Şeyda Meruf destnîşan kir ku ew biryara hikumeta Iraqê li dijî jinan e ji bo biçûkxistina wan e, ev biryara bendorek xirab li ser rewşa jinan dike û got: “Daxwaza min ji jinên rêxistinan ew e bi daxuyanî, semîner û nerazîbûnan rê nedin ev biryar were bicihkirin. Her dem zagon me weke serwer dîtiye lê belê biryar li dijî jinan e divê jin bi xwe li dijî vê biryarê bisekinin û rê nedin were bicihkirin. Ji ber ew biryara hikumeta Iraqê mafê yekem ê jinan binpê dikin.”
‘Zagon mafên jinan ji sedî 90 binpê dikin’
Şeyda Meruf da zanîn ku pêşî gelek zagonan derxistin weke zagona 62 û 95 ya der barê berjewendiyên jinan de bû lê belê mixabin nehat bi cih kirin, ev jî ji bo jinan bêhêviyek ava kir. Hikumeta Iraq ku hikumetek federal e heta niha zagonek di berjewendiyên jinan de ne û ji bo jin jê sûd bigrin dernexistine. Tenê li herêma Kurdistanê zagon ne di berjewendiyên jinan de ne. Ji ber wê divê jin di yek cihê de kom bibin û li gel hemû lêkolînvanan yekitiyê pêk bînin. Da ku bikarin karên cidî li ser vê zagonê û biryarê bidin ku li dijî jinan derdixin û ji bo ku êdî jin bêhêvî nebin, piraniya wan zagonên ku derdixin ji sedî 90’ê mafên jinan tên binpêkirin.”