Tulay Hatîmogûllari derbarê Roja Astengdaran a Cîhanê nirxandin kir

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari têkildarî Roja Astengdaran a Cîhanê wiha got: “Ji bo astengdaran jiyaneke nû; "Em dikarin bi civakîkirina paradîgmaya xwe û xebata bi kesên xwedî pêwîstiyên taybet re mumkun bikin.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da. Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku HEDEP bêyî ku ferq û cudahiyê têxe navberê, mafê jiyanê yê adilane û birûmet ji bo tevahiya mirovan diparêze.

Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku bi milyonan xwedî pêdawistiyên taybet  li Tirkiyeyê nikarin mafên xwe yên bingehîn bijîn û wiha got: “Bi rêya Komîsyona Astengdaran, em di mijara astengdariyê de xebatên girîng dikin. Di vê mijarê de me “Manîfestoya Astengdartiyê” weşand. Weke her kesî, xwedî pêdawistiyên taybet jî dixwazin bibin kirdeya jiyaneke birûmet. Zimanê cihêkar ê hegemonîk ê li dijî girtiyan li her derê ye. Mixabin hem desthilat hem jî beşeke mezin a rêxistinên civaka sivîl tenê ji aliyê tenduristî û tibbî ve nêzî xwedî pêdawistiyên taybet dibin. Lê em dibêjin ku astegdariya herî mezin ji ber nêzikatiyên sosyo-polîtîk derdikevin holê. Em dibêjin ku ev pirsgirêk tenê dikare bi vê rêyê bê çareserkirin.”

‘Divê mafên xwedî pêdawistiyên taybet  di çarçoveya hemû mafên mirovan de bên parastin’

Tulay Hatîmogûllari,di berdewamiya axaftian xwe de wiha got: “Mijara xwedî pêdawistiyên taybet  mijareke polîtîk e. Divê mafên xwedî pêdawistiyên taybet  di çarçoveya hemû mafên mirovan de bên parastin. Tundiya li dijî xwedî pêdawistiyên taybet , xizanî û bêparhiştina wan a ji xizmetên cemaweriyê, encama tercîha polîtîk a AKP-MHP’ê ye. Ji bo xizmetên cemaweriyê yên ji bo xwedî pêdawistiyên taybet  bên pêşxistin û cihêkarî bê kêmkirin, hewceyî bi polîtîkayeke cemaweriyê ya berfireh heye. Lê di bûdçeyê de para ji bo astengdaran hatiye veqetandin ji sedî 2 jî nîne. Rêjeya îstîhdamê ya xwedî pêdawistiyên taybet pir kêm e. Kotaya qanûnî ya ji sedî 3 jî nayê tijekirin. Li gorî me divê kotaya îstîhdamê ya xwedî pêdawistiyên taybet  ji sedî 10 be. Mezintirîn pirsgirêkên ya xwedî pêdawistiyên taybet , xwegihandinan xizmetan, xizanî û krîza aborî ne. Bi milyonan  xwedî pêdawistiyên taybet  ji ber van pirsgirêkan di hefsa malê de ne.”

‘Divê qadên nûnertiyê were vekirin’

Tulay Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê herî kêm bi qasî kêmtirîn mûçeyê bidin xwedî pêdawistiyên taybet. Di halê hazir de pereyê jê re tê dayîn têrî pêdiviyên tibbî û medîkal jî nake. Yek ji pirsgirêkên din a girîng a xwedî pêdawistiyên taybet jî nûnertî ye. Di qadên medya, aborî, huner û siyasetê de tune ne. Divê di van qadan de ji wan re qadên nûnertiyê bên vekirin. Her wiha divê di nava siyaseta giştî de nûnerên wan hebin. Ji bo mafên xwedî pêdawistiyên taybet , di têkoşîna mafan de werin em sala nû weke sala hestiyariya ji bo mafên xwedî pêdawistiyên taybet ragihînin.”