TJA: Di pêşengiya dayikan de têkoşîna rûmetê bilind dibe

TJA’yê bal kişand ku tevî hemû êş û elemên xwe jî îro bi pêşengiya dayikan şerê hebûn û rûmetê li ser vê axê bilind dibe û wiha got: “Ji bo em bibin layiqê keda wan em ê tekoşîna xwe mezin bikin. Roja Dayikan hezar carî pîroz be li hemû dayikan!”

Navenda Nûçeyan- Tevgere Jinên Azad (TJA) bi boneya Roja Dayikan daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinan bi keda xwe û xwêdana eniya xwe li ser vê axa pîroz bi hezaran nirxan afirandine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku navê jinan her dem bi xuluqkarî û jiyanê ve hatiye girêdan û wiha hat gotin:

“Jinan bi keda xwe û xwêdana eniya xwe li ser vê axa pîroz bi hezaran nirx afirandin. Ji ber vê her dem navê jinan bi afirînêrî û jiyanê re bûye yek. Ji axê re, ji avê re, mirovahiyê re û ji hemû xwezayê re bûne dayik û di dergûşa xwe de civakbûnê mezin kirine. Ji ber vê ye, pîrozbûna dayikbûyînê ji hemû tiştan bi nirxtir e. Her gotina ku ji devê dayikan derketiye bûye bingeha exlaq û civakbûyînê, gava xwe avêtine kîjan derê li wê kulîlkên bihûştî zîl dane, her rondika ku ji çavên wan bariye bûye şîn û lorîkên dîrokî.

Ev hêza dayikî xwe çend hezar salan parastiye, hiştiye ku mirovahî cewhera xwe ji bîr neke. Ji ber vê yekê îro li ku deng û rengên dayikê hebe li wê hebûn, çand û avakarî heye. Li ku derê hebûna dayikan hebe li wê derê ji bo civakê şahî, serbilindî û serfirazî; ji bo desthilatdariyê jî tirs, hêrs û tarîtî heye.

Ji bo gelê Kurd jin û dayik çiqas bingeha civakbûnê bin, ewqas jî navê pêşengî û serbilindiyê ne. Bi ronahiya ku bi destên Dayika Uweyş mezin bûye heta roja me ked û berdelên dayikên Kurdan veguheriye qêrîneke gerdûnî. Di tarîtiya 12'ê Îlonê de ku li ser me qirkirin hatibû ferzkirin dayikên me bê tirs xwedî li zarokên xwe derketin. Li hemberî zilma ku li ser serê me dibariya dayikên me geh bûn Dayikên Şemiyê geh bûn Dayikên Aştiyê geh bûn Dayikên Laçikspî geh jî bûn Dayikên Edaletê û nehiştin civak ji rûmeta xwe dûr bikeve, ji nirxên mirovahiyê bêpar bimîne.

‘Ev qêrîn her roj mezin dibe’

Lewma pergala faşîst herî zêde ji dayikan ditirse. Dixwaze bi girtin û tecrîdkirinê wan ji sekna wan dûr bixe. Îro bi dehan dayikên Kurdan tevî hemû nexweşî û pirsgirikên xwe di zindanan de tên girtin. Di şexsê dayika Xalîse de êşên herî mezin bi me didin kişandin. Di şexsê dayika Taybet de şerma mirovahiyê li me ferz dikin. Di şexsê Dayikên Şemiyê de dixwazin rûmeta me bidin jibîrkirin.

Îro di qêrîn û lorikên dayika Emîne Şenyaşar de em hêz û biryara jinên Kurd careke din dibînin. Dayê Emîne ji kujerên zarokên xwe hesab dipirse. Ji vê pergala rizî hesap dipirse. Ji hemû mirovên bêwijdan hesab dipirse. Bi sekna xwe wijdanê raya giştî şiyar dike û her roj ev qêrîn mezin dibe.

‘Di pêşengiya dayikan de têkoşîna rûmetê mezin dibe’

Ne tenê li Kurdistanê, em berê xwe bidin ku, li wê derê çîroka berxwedan û êşa di dilê dayikan de tê hûnandin. Îro li Xezayê mirin li ser serê gelê Filistînê dibare, dewleta qirker li hemberî qêrîn û hewara dayikan kujeriya xwe her roja ku diçe zêdetir dike. Di şexsê dayika Îsmaîl Korkmaz de Dayikên Geziyê gera xwe ya adaletê berdewam dikin. Dayika Gulistan Doku ev çend sal in li kujerê keça xwe digere. Her roj bi sedan jin rastî qirkirina zayendî tên û dayikên wan ji bo pêşîgirtina qirkirina li ser jinan li her derê cîhanê doza azadiya jinan bilindtir dikin. Tevî hemû zext û zordariyê, hemû êş û elemên xwe jî îro bi pêşengiya dayikan şerê hebûn û rûmetê li ser vê axê bilind dibe.

Îro Roja Dayikan e. Pergala ku ji şîrê dayika pîroz para xwe negirtiye xwe li hemberî daxwaza dayikan ker û lal kiriye. Bi wesîleya vê rojê em jî careke din daxwaza xwe ya aştî û azadiyê bi dengekî bilind diqîrin. Waye xuya ye îro ji zindanan heta kolanan ji dayika Emîne heta Dayikên Edaletê; ji Dayikên Plaza De Mayo heta Dayikên Şemiyê dayikên me li hemberî zordariyê xwe kirine sîper û xwedî li dîroka xwe derdikevin.

Hezar silav ji wan jinên serbilind re. Ew ji bo rûmeta gelê xwe li ber xwe didin û em ê jî ji bo bibin layiqê keda wan têkoşîna xwe mezin bikin. Roja Dayikan li hemû dayikên bi rûmet hezar carî pîroz be!"