Li Brezîlyayê bîlançoya lêhiyê giran dibe

Li Brezîlyayê hejmara kesên ku ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dane bû 137, hejmara windayan jî bû 125. Hate ragihandin ku 2 milyon kes ji lêhiyê bandor bûne.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Rio Grande do Sul ya dikeve başûrê Brezîlyayê bîlançoya lehiyê ku ev hefteyek zêdetir e ji ber barana zêde ya bi bandor didome, giran dibe. Li gor daxuyaniya Parastina Sîvîlan a girêdayî eyaletê; hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 137, hejmara windayan jî bûye 125.

2 milyon kes ji lêhiyê bandor bûne

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara birîndaran bûye 756, zêdeyî 2 milyon kes ji lêhiyê bandor bûne, hejmara kesên ku ji cihên xwe bûne zêdeyî 600 hezaran hate qeydkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kapasîteya nexweşxaneyan tije bûye, pêwîstî bi teqwiyeya lênêrîna nexweşan heye, di xebatên lêgerîn û rizgariyê de zêdeyî 28 hezar kes dixebitin.