‘Netewa Demokratîk dê ji krîza Sûriyeyê re bibe çareserî’

Xwepêşandanên jinan li Suweydayê 9 meh in didomin. Jinên herêma Firatê piştgirî dan serhildana jinan a li Suweydayê û Netewa Demokratîk li hemberî krîza Sûriyeyê dê bibe çareserî.

NORŞAN EBDÎ

Kobanî - Li gelek welatên Rojhilata Navîn li dijî desthilatdariyê, serhildanên gel çêdibin. Her çendî mudaxeleya leşkerî were kirin jî dem bi dem xwepaşandanên gel berdewam dikin. Yek ji van cihan jî bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ye. Piştî bi salan gel bi daxwaza edalet, wekhevî û demokrasiyê li Suweydayê daket qadan. Xwepêşandanên ku li Suweydayê 9 meh in berdewam dikin, jin pêşengiyê dikin. Jinên Suweydayê diyar kirin ku têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe kirine mînak. 

Jinên Kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan serildanên jinan ên li Suweydayê û diyar kirin ku daxwaza gelê Sûriyeyê li hemû herêmên Sûriyeyê ew e ku sîstemeke demokratîk ne navendî ku parastina mafên hemû pêkhate, gel û jinan dike were avakirin.

‘Bi îradeya jinan em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin’

Endama Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Cuma piştgirî da serhildana jinan a li Suweydayê û got: “Destpêkê em weke jinên kantona Firatê piştgiriya serhildana jinan li Suweydayê ku daxwaza azadî demokrasiya gelan bi giştî û bi taybetî jinan edikin. Di dema ku şoreşa Sûriyeyê di 2011’an de dest pê kir, ve heta niha hikûmeta Şamê hewl da wê vemirîne, li aliyê din destwerdanên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê, şoreşa Sûriyeyê veguherandin krîzê û gel ma di bin desthilatdariya navendî de.”

‘Helwesta jinan gaveke girîng e’

Bêrîvan Cuma da zanîn ku helwesta jinan li Suweydayê, di dîroka Sûriyeyê de gaveke girîng e û wiha domand: “Tişta ku li Suweydayê çêdibe ji cîhanê re îsbat kir ku gel ne mîna gelê sala 2011’an e. 9 meh in jin derdikevin qadan û daxwaza azadî û mafên xwe dikin, helwesta jinan li Suweydayê di dîroka Sûriyeyê de gaveke girîng e. Jin êdî dikarin bi serbilindî bisekinin û dengê xwe li hemberî zilmê bilind bikin. Bi riya serhildanê jin dikaribûn zihniyeta li ser gel û bi taybetî li ser jinan a beriya sed salan rakin. Weke me dît jî bi îradeya jinan ev serhildan berdewam dike, tevî ku hikûmeta Şamê hewl da vemirîne jî bi ser neket.”

‘Jinan gelek destkeftî bi dest xistin’

Bêrîvan Cuma wiha behsa rola jinan di şoreş û serhildanan de kir û got: “Dema jin li qadên şoreşê û serhildanan bin reng û wateya wan çêdibe ji ber ku jin hêz û îsrara wan a serkeftinê heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi hêz û îradeya xwe destkeftiyên şoreşa xwe bi parastin. Di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jin beşdar bûn, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên xwe sekinîn, li dijî mêjiyê mêrperest têkoşiyan. Jinan bi hêza xwe şoreşa Rojava veguherandin şoreşa jinê, bi têkoşîna xwe bandorê li hemû jinên cîhanê kirin û bi taybetî li jinên Suweydayê ku niha daxwaza projeyeke ku hebûna jinan diparêze dikin. Weke jin ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû cîhanê divê em yek dest û yek deng li dijî zihniyeta ku li dijî me tê meşandin bisekinin. Em di wê baweriyê de ne ku bi hêz û îradeya jinên Sûriyeyê em ê Sûriyeta demokratîk ne navendî û azad ava bikin.”

‘Çareserkirina êşên gelê Sûriyeyê bi destên zarok û jinên Sûriyeyê pêkan e’

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê Fatma Xelîl jî wiha got: “Serhildana jinan li Suweydayê 9 meh in bi awayekî aştiyane bi îradeya jinan berdewam dike, gel bi riya wê daxwaz dike ku guhertinên siyasî li Sûriyeyê ji bo parastina mafên hemû welatiyan û pêkanîna biryara 2254’an çêbibin.”

‘Em li gel jinên Suweydayê ne’

Fatma Xelîl der barê bandora destwerdanên derve yên siyasî û leşkerî yên li ser çareserkirina aloziya Sûriyeyê de jî wiha got: “Di heyama çend salan de destwerdanên derve mîna dewleta Tirk a dagirker wisa kir ku xaka Sûriyeyê were talankirin, civaka navdewletî jî temaşe dike û bêdeng e. Ji ber wê divê gelê Sûriyeyê bizanibe çareserî di destên zarok û jinên Sûriyeyê de ye. Bi avakirina pergala neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser li hemû herêmên Sûriyeyê wê krîz çareser bibe. Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bibin yek. Bi ruhê şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em piştgiriya serhildana jinan a li Suweydayê dikin û em ji wan re teqez dikin ku em li kêleka wan in.”