Rojnamegerên Tûnisî: Peyama me zelal e em dest ji karê xwe bernadin

Rojnamegerên jin ên Tûnisî bal kişandin zextên ku pê re rû bi tên, anîn ziman ku ew ê ruxmê hemu êriş û zextan dev ji karê bernedin û gotin: “Peyama me zelal e em dest ji karê xwe bernadin.”

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis – Mîna gelek welatan li Tûnisê jî rojnamegerên hewl didin bibin dengê gel rastî zext û êrişan tên. Roja 3’yê Gulanê rojnamegerên jin ên Tûnisî beşdarî koma navdewletî ya şahiya roja cîhanî ya azadiya çapemeniyê bûn. Ev yek di demeke ku dozên hatin vekirin zêde bûn û gelek kes hatin girtibûn çêbû. Li gorî biryara 54’an a girêdayî kiryarên sîstema pêwendî û agahiyan ku bû sedema girtina Şeza El-Hac Mubarek. Şeza El-Hac Mubarek zêdetirî salek e di zindanê de bi hinceta ku li dijî ewlekariya dewletê komplo kiriye girtî ye. Rojnamegerên jin teqez kirin ku girtina hevkara wan dê li pêşiya gihandina peyamên wan nebe astengî.

 ‘Girtina Şeza Mubarek dê li pêşiya ragihandina me ya ji bo rastiyê nebe asteng’

Der barê mijarê de rojnameger Ulfa Xesxûsî bi gotinên: "Girtina rojnameger Şeza Mubarek dê li pêşiya ragihandina me ya ji bo rastiyê nebe astengî em ê bi îsrar karê xwe bikin" diyar  kir ku girtina rojnamegeran dê hêza wan a girêdana bi azadiya çapemeniyê û perespektîfên wê û parastina azadiyê re xurttir bike.

Ulfa Xesxûsî destnîşan kir ku rewşa wê weke rijnamegereke jin hinekî zehmet e ji ber astengiyên gihîştina agahiyan hene, pêkanîna biryara 54’ an ew tengav kirine û got: "Em hewl didin karê xwe bikin lê belê em li herêmên hundirîn rastî gelek astengiyan tên. Ji ber ku bi mêjiyê zilamperest li jinên rojnameger dinêrin, wan kêm dibînin."

‘Em ê mafên civakê biparêzin’

Rojnameger Menal Baltayî jî diyar kir ku karê wê weke rojnameger ew e peyamek bide û got: “Armanca me parastina berjewendî û mafên civakê ye. Taybetmendiya vê qonaxa zehmet, ew e ku amadekariyê ji hemû perspektîfên ku me lêkolîn kirine dixwaze."

Menal Baltayi daxwaz ji aliyên têkildar kir ku karê wan di ber çavan re derbas bikin bizanibin ku ew hewl didin mafên welatiyên ku rastî zilmê hatine biparêzin û wiha domand: "Zehmetiya herî mezin li pêşiya me, daneheva agahiyan e."

‘Divê karê me neyê astengkirin’

Rojnameger Macîde Emar jî teqez kir ku ew ê têkoşîna xwe bi şopandina hemû dosyayên ku ji wan re tên pêşkêşkirin berdewam bikin û gendeliyê derxin holê û got: "Divê tiştên ku li pêşiya karê me dibin astengî bi dawî bibin û rojnameger Şeza Mubarek were berdan. Girtina wê li gorî biryara 54’an zilm e û divê were sererastkirin.”