Di lêhiya Efganistanê de 315 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Efganistanê hejmara kesên ku ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dane bû 315.

Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê ji ber lêhiyê her sal bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Li herêmên bakûr û bakûr û rojhilatê Efganistanê lêhiya ku ji ber barana bi bandor rê li karesatê vekir.

Li gora daxuyaniyên herî dawî: Hejmara kesên ku ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dane bûye 315 kes. Zêdeyî 600 hezar kes birîndar bûn. Ji ber lêhiyê hejmarek zêde mal û dibîstan xisar dîtin. Ji bo herêmên ji lêhiyê bandor bûne banga alîkariya lezgîn tê kirin.

Li Efganistanê ji ber lêhiyê hersal bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin.