'Leyla Qasim sembola têkoşîna gelê Kurd e'

Endama Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Leyla Arzû Îlhan li ser têkoşîn û berxwedana Leyla Qasim axivî û diyar kir ku têkoşîna Leyla Qasim da meşandin bû sembola têkoşîna gelê Kurd.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Têkoşera Kurd Leyla Qasim di sala 1952’an de li gundê Bamîlî yê Xaneqînê ji dayîk dibe. Piştî dibistana seretayî wê tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Wê her dem parastina doza gelê Kurd ji bo xwe erkek gelek girîng û mezin didît. Wê dibistana amadeyî li Bexdayê qedand û piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Di dema xwendina zanîngehê de di demeke kurt de dibe yek ji endamên çalak a Yekitiya Xwendekarên Kurd. Li Zanîngeha Bexdayê bandoreke mezin li ser xwendekarên Kurd dike. Leyla Qasim hertim bal kişandiye li ser wekheviya civakî, mafên jinan û pirsgirêka gelê Kurd.

Bi kuştina min dê bi hezaran Kurd ji xewa giran şiyar bibin’

Di sala 1972’an de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstîxbarata Baasê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû. Li gel berfirehbûna şerên di sala 1974’an de dezgehên îstîxbaratî yên rejîma Baasê bê navber kesayetên Kurd yek bi yek di şopandin. Di 24’ê Nîsana 1974’an de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe yên bi navê; Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyonek berfireh a hêzên rejima Baas de li Bexdayê hatin girtin. Dema li girtîgehê bû bi îşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hat hiştin. Di dema lêpirsîna îstîxbarata rejîma Baas de, Leyla Qasim ji wana re wiha dibêje; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran Kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş û serbilindim ku ezê giyanê xwe fedayê rizgariya Kurdistanê bikim.”

Rejîma Baas ji bo çavtirsandina gelê Kurd bi taybetî jî ciwanan, tevî ku du hefte di ser girtina Leyla Qasim û hevalên wêre derbas nebibû jî, di dadgehek ne dadperwerde biryara bidarvekirinê li Leyla Qasim û hevalên wê dibirin. Di sibeha 12’ê Gulana sala 1974’an de Leyla Qasim tevî çar hevalên xwe têne bi darvekirin.

Endama Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê, Leyla Arzû Îlhan li ser têkoşîn û berxwedana Leyla Qasim axivî û diyar kir ku têkoşîna Leyla Qasim dayî meşandin bû sembola têkoşîna gelê Kurd.

Leyla Arzû Îlhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola têkoşîna jinan a di dîroka gelê Kurd de û wiha got: “Di dîroka gelê Kurd de hertim li kêleka berxwedana ku gelê Kurd li hember dagirkerî û desthilatdariyê dayî meşandin, jinên Kurd jî dinavde cih girtine. Ev dîroka têkoşîna jinên Kurd bê guman em anîne heta roja me ya îro û di roja îro de me kariye pêşengtiya xeta azadiya jin û gelan bidin meşandin. Yek ji wan jinên têkoşer Leyla Qasim e ku niha em di salvegera qetilkirina wê de ne.”

‘Leyla Qasim li hember sîstema desthilatdar têkoşînek dîrokî da meşandin’

“Dema em temaşeyî bandoriya ku Leyla Qasim li ser gelê Kurd û têkoşîna çêkirî dikin, bê guman bandoriyek pir mezin daye çêkirin. Ji ber di wan salan de taybet rejîma Baas ya ku li ser nîjadperestiya Ereban hatî avakirin û ketî hewldana ku di Rojhilata Navîn de taybet di xaka Kurdistanê de xwe serwer bike. Ji ber wê rejîma Baas hem li Başûrê Kurdistanê hem li Rojavayê Kurdistanê wek hêzek derket holê ku têkoşîna gelan a heyî tunebike. Taybet li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd bi hovîtiya Sedam re rû bi rû ma. Leyla Qasim jî xwendekarek ya zanîngehê bû ku li hember vê sîstema desthilatdar û hêza nîjadperest ya ku bi navê Ereban tê meşandin, têkoşînek da meşandin.”

‘Armanca rejîma Baas fetisandina têkoşîna gelê Kurd bu’

Leyla Arzû diyar kir ku Leyla Qasim ji ber têkoşîna xwe ya li hember desthilatdariyê bu hedefa sîstema Baas û got: “Di aliyek de sîstema Baas bi hedefgirtina Leyla Qasim xwestin têkoşîna gelê Kurd ya li Başûrê Kurdistanê serîhildide bifetisîne. Ji ber di wê demê de taybet dinavbera rejîma Baas û mele Mistefa Barzanî de hevdîtinên ku ji bo gelê Kurd rûnişkandinek li Başûrê Kurdistanê bistîne. Hem di aliyê xwerêvebirinê, ziman û çand de gelê Kurd bibe xwedî maf. Di aliyê din de jî amedekariyên êrişeke pir mezin li ser gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hat meşandin. Ji bo wê di 12’ê Gulana 1974’an de Leyla Qasim bi çar hevalên xwe re tê darvekirin. Di 1975’an de têkoşîna gelê Kurd ya ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin ji aliyê mele Mistefa ve tê betalkirin û wek ‘aş betalî’ lê tê kirin. Mirov dibîne armanca ku di aliyekê de Sedam û rejîma Baas daye pêşiya xwe ku têkoşîna gelê Kurd bifetisîne û bi destê mala Barzan û mele Mistefa Barzanî bi gotina ‘aş betalî’ yan jî wê tevgera ku dev ji têkoşînê berdayîn, carek din îxanetek li têkoşîna Leyla Qasim, rêhevalên wê û bi hezaran Kurdên ku wê demê ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd li hemberî sîstema Baas dida meşandin, hatiye kirin.”

‘Têkoşîna Leyla Qasim li hemu aliyên Kurdistanê belav bû û bû sembol’

Leyla Arzû Îlhan da diyarkirin ku têkoşîna Leyla Qasim dayî meşandin li tevahiya Kurdistanê dengvedanek çêkir û wiha got:“Leyla Qasim têkoşîn li Başûrê Kurdistanê da meşandin lê bi şehadeta wêna re ev têkoşîna wêna sînorên ku dijminan li ser Kurdistanê dabûn çêkirin derbazkir û ev têkoşîn û berxwedana wê li hemu aliyên Kurdistanê belav bû. Dema em li wê pêvajoyê temaşe dikin êdî bi hezaran zarokên keç yên ku ji dayîk dibûn navê Leyla Qasim li wan dihatin kirin. Gelê Kurd Leyla Qasim wek sembolek ya berxwedan û têkoşînê dît û li aliyên din ên Kurdistanê jî bi hezaran zarokên keç bi navê Leyla dihatin navkirin û bivî şêweyî ev têkoşîn li Kurdistanê berdewam kir.””

‘Helwesta Leyla Qasim hêla ku têkoşîna gelê Kurd mayînde bibe’

Leyla Arzû Îlhan bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd yên di dîrokê de û wiha dom kir: “Di dîroka Kurdistanê de gelek jinên bi bandor rabûn yên wek Rindêxan, Zarîfe, Qedemxêr ku karîne li hember deshilat û sîstema heyî serî rakin û têkoşînê bidin meşandin. Ango gotina ku di nava Kurdan de ya ‘şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e’ rastî mirov dikare di kesayeta van jinan de destnîşan bike û heta di roja me ya îro de em bune xwedî sîstema rêxistinbûna jin, parastin û xwe perwerdekirina jin hêza xwe ji van çavkaniyên ji dîrokê hatine girtine. Ji bo wê hebûna Leyla Qasim, rêxistinbûna wê, helwesta wê ya li hemberî dagirkerî û sîstema Baas hêla ku têkoşîna gelê Kurd mayînde bibe û bi lîstokên dagikeran tune nebe.”

‘Leyla Qasim bû sembola têkoşîna gelê Kurd’

Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku wek jinên Kurd xwedî li doza jinên pêşeng ên gelê Kurd derketin erka wan a sereke ye û got: “Her jineke ku têkoşîn dayî meşandin li ser şopa wê meşîn, doza wê berdewam kirin û têkoşîna wê xurtirin wek jinên Kurd erka me ya sereke ye. Leyla Qasim bu sembolek di salên 80’an de li Kurdistanê. Dema em li salên 90’î temaşe dikin Bêrîvan, Bêrîtan û Zîlan bû sembolek. Di roja îro de jî Arîn Mîrkan, Sara û Sema bû sembolek. Evane hemu jinên ku weke ew xeleka têkoşînê berdewam kirine û roja me ya îro de ew xeleka ku ji yekan ango ji Leyla Qasim, Zarîfe yan ji Qedemxêr çêbûyî niha bi milyonan jin şopdariya vê dikin. Û pêşengtiya azadiya jin û gelan ya di Rojhilata Navîn û cîhanê de dikin. Ji ber me dît ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ çawa li cîhanê belav bû. Ji ber vê çendê Rêber Apo dema destbi têkoşîna azadiya jin û gelê Kurd kirî got, ‘dinava vê têkoşînê pêwîste jin bibe ya xwe û ji bo ku jin bibe ya xwe emê hevaltiya rast û têkoşîna ku tê xwestin ji bo vê bidin’.  Dema em di roja îro de li vê yekê temaşe dikin jî dibînin jinên Kurd êdî bune ya xwe.”

‘Têkoşîna Leyla Qasim an wê dawî li sîstema desthilatdar bîne’

Leyla Arzû di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Di salvegera darvekirina Leyla Qasim de em dibînin piştî wê bi salan li Îranê darvekirina Şîrîn Elemhulî tê pêkanîn. Ango jinên ku dixwazin pêşengtî ji têkoşîna gelê Kurd re bikin tên hedefgirtin. Lê ev rastiyeke ku têkoşîna gelê Kurd taybet dibin pêşengtiya Tevgera Azadiyê ya Rêber Apo de ev nîşanî jinan da, dibe ku jinek bê qetilkirin lê têkoşîn, nav û hêza wê li hezaran li milyonan jinan belav dibe. Ji ber wê dema em têkoşîna roja îro ya jin vedibêjin, em ji berxwedaniya jin ya ku di dîrokê de li hemberî desthilatdariyê hatî girtin qût nagirin dest. Kokek ya me bi hêz heye û li ser wê kokê têkoşînek bê hempa tê meşandin. Ji ber wê çendê jinên ku ji bo me bûne kokên qayîm wek, Leyla Qasim, Bêrîtan, Zîlan, Bêrîvan, Sara, Arîn Mîrkan û Şîrîn Elemhulî bi minetdarî bibîrtînin û dibêjin îro ev têkoşîna ku wan daye meşandin berfireh dibe û wê bibe xwedî hêza ku bi temamî dawî anîna dagirkerî û sîstema desthilatdar ya li ser gelê Kurd û gelên li Kurdistanê jiyan dikin.”