Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd û şer bi dawî bibe

Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan daxuyanî dan banga bidawîkirina tecrîd û şer kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Amedê Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku li avahiya Meclîsa Dayîkên Aştiyê hate dayîn, pankarta "Meclîsa Dayikan Aşitiyê" hat vekirin û dirûşma "Heq hiqûq edalet" hat berzkirin.

Hevserokê DBP'ê Mehmet Şirin Gurbuz, Rêveberên bajar ya DBP, Rêxistina bajêr, hevserokên DEM Partî yên bajêr û rêveberên bajar, dayîkên ku Nobeta Edaletê berdewam dikin, endamên Meclîsa ciwanan ya DEM Partî, bejdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê dayîkên Aştiyê, Dayîka Aştiyê Kudret Eryilmaz axivî û diyarkir ku ji ber ji zarokên xwe dûrin, roja Dayîkan ji bo wan weke ‘rojek reşe.’ 

Kudret Eryilmaz ev tişt got: “Dema zarokên me li gel me bin wê demê vê rojê em dikarin pîroz bikin. Ji ser serê me balafir derbas dibin û ev me ne rehet dike. Tecrîd her diçe giran dibe. Bila ev pirsgirêk êdî biqede. Bila şer biqede aştî bê. Bila êdî hêsir ji çavên dayikan neyê û aştî û aramî bê welatê me. "

Piştî daxuyaniyê endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partî qurnefîl dan dayikan.