TIR’a Binevşî gihîşt Semsûrê
TIR’a Binevşî ku li ser navê Hevgirtina Femînîst a ji bo Afatê ji Stenbolê hat amadekirin, ji bo belavkirina pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê gihîşt Semsûrê.
Semsûr- Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û jinên femînîst ên li ser navê Piştevaniya Femînîst a ji bo Karesatê ji Stenbolê hatin Semsûrê, hevdîtin bi jinên mexdûrên erdhejê re kirin û lîsteya pêdiviyên wan amade kirin. TIR’a Binevşî ku li gorî hewcedariyên hatin tesbîtkirin hat amadekirin gihîşt Semsûrê.
Jinan li gelek taxên Semsûrê serdana mexdûrên erdhejê kirin. 11 kesên ji platformê çûn Taxa Fatîhê jî serdana konan kirin. Li vir yeko yeko hevdîtin bi jinan re hat kirin û lîsteya pêdiviyên wan hat amadekirin. Cilên binî, ped, potikên zarokan, mama, mont, şimik û amûrên paqijiyê di TIR'ê de hene.
TIR’a Binevşî îro danê sibê ket Semsûrê. Jinên dilxwaz wê konan vekin û piştre pêdiviyên ku diyar kirine li xwediyên wan belav bikin.