BM: Her du deqeyan dayikek dimire

Li gorî Netewên Yekbûyî, li seranserê cîhanê her du deqeyan jinek di dema ducaniyê de an jî zayînê de dimire.

Navenda Nûçeyan - Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), saziyên Netewên Yekbûyî der barê "meylên mirina dayikan" de raporek nû weşand. Li gorî texmînên herî dawî di raporê de hat diyarkirin ku her du deqeyan jinek di dema ducaniyê de yan jî dema zayînê de dimire. Di raporê de tê diyarkirin ku li gelek deverên cîhanê di tenduristiya dayikan de paşveçûn hene, her wiha hat destnîşankirin ku di gihandina tenduristiyê de newekheviyên mezin hene.

309 hezar mirina dayikan

Di raporê de ku ji sala 2000 heta 2020'an mirina dayikan a neteweyî, herêmî û cîhanî dişopîne, hate diyarkirin ku di sala 2020'an de li tevahiya cîhanê nêzî 287 hezar mirina dayikan pêk hatiye. Di sala 2016’an de ku Hedefên Pêşketinê yên Berdewam ên Netewên Yekbûyî ket meriyetê, 309 hezar mirina zikmakî ku hatine tomarkirin, ev hejmar tenê kêmbûnek hindik e.

Serkeftin rawestiyane

Di raporê de hat ragihandin ku her çend di navbera salên 2000-2015'an de di kêmkirina mirina dayikan de pêşketinên mezin çêbûn jî, piştî vê xalê destkeftî gelekî rawestiyane û di hin rewşan de jî berovajî bûne. Di navbera salên 2016-2020an de li Ewropa û Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Latîn û Karayîp rêjeya mirina zikmakî ji sedî 17 û ji sedî 15 zêde bûye, li herêmên din jî bi îstîqrar maye. Di raporê de bal hat kişandin ser wê yekê ku mimkun e rêjeya mirina dayikan kêm bibe, di heman heyamê de li Awustralya û Zelanda Nû û her wiha li li Asyaya Navîn û Başûr, 31 welatên cîhanê rêjeya mirina dayikan ji sedî 35 û ji sedî 16 kêm bûye..

Jiyana zêdetirî milyonek jinan di bin xetereyê de ye

Hat balkişandin ku li herêmên herî feqîr ên cîhanê û li welatên ku pevçûn lê dijîn mirina dayikan her ku diçe zêde dibe. Di sala 2020'an de ji sedî 70'ê mirina dayikan li Afrîkaya Sub-Saharayê pêk hat, li 9 welatên ku krîza mirovî ya giran dijîn rêjeya mirina dayikan du qat zêdetir e. Di raporê de hat gotin ku dibe ku pêvajoya şewba Covid-19 pêşveçûna tenduristiya dayikan dereng xistibe û di pêşerojê de li ser bandora serhildanê ya li ser tenduristiya dayikan wê bêhtir dane hewce bike. Hate hişyarkirin ku ji bo bidestxistina armancên gerdûnî yên ji bo kêmkirina mirina dayikan li cîhanê divê xebat bi lez û bez bên zêdekirin û ger ev yek neyê kirin wê heta sala 2030'î jiyana zêdeyî 1 mîlyon jinan bikeve xeteriyê.

Dikare bibe ezmûnek xeternak

Midûrê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku her çend ducanî ji bo hemû jinan ezmûnek hêvîdar û erênî be jî, ji bo bi mîlyonan mirovên ku xwedan lênihêrîna tenduristî ya bi kalîte nînin dikare bibe ezmûnek trajîk û xeternak. Tedros Adhanom Ghebreyesus wiha got: "Îstatîstîkên nû yên hatine weşandin eşkere dikin ku bi lezgînî hewce ye ku her jin bigihîje karûbarên lênihêrîna tenduristî yên krîtîk û bi tevahî ji mafên xwe yên hilberandinê berî, di dema û piştî zayînê de sûd werbigire."