‘Dewleta Tirk tevî kareseta mirovî jî êrîşên xwe didomîne’
Ruxmê kareseta erdheja giran a li Tirkiye û Sûriyeyê, dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê berdewam dike.
NORŞÎN ABDÎ
Kobanê – Hevseroka desteya hundirîn a kantona Kobanê li herêma Firatê ya Bakur û Rohilatî Sûriyeyê Sozdar Şêxo teqez kir ku dewleta Tirk ji cîhanê giştî re îsbat kir ku helwesta xwe li hemberî Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek e tevî hemû karesetên xwezayî jî êrîşên xwe yên li ser herêmê û armanckirina sivîlan ranewestandiye.
Di vê dema ku hemû cîhan hewl dide alîkariyê bide herêmên li Sûriye û Tirkiyeyê yên ji erdhejê zirar dîtine de, Tirkiyê ji siyasetên xwe yên li ser bingeha çewisandin û tunekirina gelan paşve gav navêje. Dewleta Tirk êrîşên xwe ji destpêka meha Sibatê ve, berdewam dike.
‘Gelek nakokî û pirskirêk di siya hilbijartinê de hene’
Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo der barê êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir û got: “Em dikarin binpêkirinên Tirkiyeyê bi rewşa hesas a ku tê re derbas dibe ve girê bidin. Gelek nakokî û pirsgirêkên ku di siya hilbijartinan de dijî hene lewma dixwaze wan nakokiyan derxe derveyî welatê xwe. Projeya netewa demokratîk a li herêmên me pêk aniye ji bo Tirkiyeyê gelekî metirsîdar e lewma têkoşeran armanc digre ku vê projeya yekitiya gelên herêmê ava kiriye tune bike.
‘Di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê kurd komplo berdevam dike’
Sozdar Şêxo der barê erîşên dewleta Tirk ên leşkerî de ku ji meha Sibatê ve zêde kiriye got ku gelê Kurd xwe ji bo her êrîşa dewleta Tirk re amade dike ji ber ku di vê mehê de komploya navneteweyî li dijî Rêberê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û wiha gotinên xwe domand: “Bi nûkirina van êrîşan û binpêkirinan re di vê demê de, komploya li dijî hemû gelê Kurd di şexsê Rêber Ocalan de berdewam dike lewma em her dem amade ne ji her êrîşê re û gelê me dê li ber xwe bide.
‘Dewleta Tirk dest ji siyaseta xwe ya hovane bernade’
Sozdar Şêxo di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû cîhan rewşa kareseta erdhejê ku bandor li ser gelek herêman kiriye bi taybetî li bakurê Kurdistanê dişopînin lê dewleta Tirk bi berdewamî êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdevam dike. Zarokan dikuje, dest ji siyaseta xwe ya hovane bernade û wiha pêde çû: “Gelê Kurd daxwaza aştî û mirovahiyê li her çar parçeyên Kurdistanê dike, di dema ku cîhan hewl dide alîkariyan pêşkêşî gelê ji erdhejê zirardîtî dike her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî alîkariyan ji herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re dişîne lê dewleta Tirk careke din gel û sivîl û endamên Rêveberiya Xweser bi balafirên xwe yên bê mirov armanc digre ji bo gelê herêmê bitirsîne. Her wiha Tirkiyeyê rê neda alîkarî derbasî herêmên babelatê bibin.”
‘Mafên gelê me tên binpêkirin’
Sozdar Şêxo di dawiya axaftina xwe de nerazîbûnên xwe der barê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan de anî ziman, diyar kir ku di serî de rêxistinên mafên mirovan hemû kesên berpirsiyar kiryarên dewleta Tirk bibînin û wiha dawî kir: “Gelek rêxistin hene dibêjin ew rêxistinên mafên mirovan in. Îro di siya kareseta mirovî de ew li ku derê ne? Tirkiye me dikuje û mafên gelê me binpê dike, dibêjin ew mafên mirovan diparêzin lê me nedît wan mafên me û gelê me parastibe. Divê hemû gel, dewlet û rêxistinên ku daxwaza azadî û demokrasiyê dikin rewşa gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavan bigre. Em daxwaza parastina gelê me ji balafirên Tirkiyeyê yên bê mirov dikin ku ew zarokên me dikujin, divê aştî û mirovî li seranserê cîhanê belav bibe.”