‘Cenaze sê roj di bin baranê de man’
Erhejzedeya Semsûrê Fatma Fîncan, got ku li Semsûrê piştî erdhejê deh cenazeyên ku wan bi xwe ji bin xirbeya apartmanê derxistine sê rojan li ber baranê mane û got ku wan terkî mirinê kirine.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr- Li Semsûra ku ji ber du erdhejên navenda wan Mereş bû, veguherî kavilan, ji bo şêniyên wê di roja 6’ê Sibatê de dem sekinî. Bi hezaran mirov hê jî; bi hejandinê dest bi rojê dikin, niha di konan de ji bo jiyanê têdikoşin. Hemû erdhejzedeyên li Semsûrê bi vegotina roja erdhejê dest bi axaftinê dikin û dibêjin: “Ger zû bihatana wiha nedibû.”
Dawiya her çîrokê bêdengî ye…
Fatma Fîncan bi gotinên “Êdî tu gotin nemaye em bibêjin” li ber apartmaneke hilweşandî sekiniye. Ew jî weke bi hezaran mirovan dibêje: “Me terkî mirinê kirin.” Dibêje ku kurê wê yê nexweşê otîzmê wan hişyar kiriye, xwestiye derkevin derve û diyar dike ku çawa ji cihê xwe rabûne erdhej çêbûye. Fatma Fîncan dibêje ku mala wê bi temamî hilweşiyaye û wiha didomîne: “Malbatek di mala sê qatî de bi çar zarokên xwe re mirin. Mala wan sê qat bû, tenê zarokek zindî ji xilas bû. Ji wê xirbeyê 10 cenaze hatin derxistin. Me bi alîkariya cîranên xwe, cenazeyên xwe derxistin. Bi saetan tu kes nehat vê derê. Em jî ketin nava xirbeyan. Wê şevê di destên me de tanê lembeyek destan hebû. Me ji bin xirbeyan 10 cenaze derxistin. Em çi jî bibêjin tewş e, her ku tê bîra min xirab dibim. Êşa me mezin e, tu kesê nehat tiştek nekir. Em sê rojan li vê derê tî, birçî sekinîn ji bo werin cenazeyên me bigrin lê tu kes nehat.”
‘Me cenazeyên xwe bê şûştin defin kirin’
Fatma Fîncan dibêje ku ew bi cenazeyên xwe re sê roj li bin baranê mane, herî dawî jî cenazeyan xistine nava betaniyeyan defin kirine û wiha domand: “10 cenaze sê rojan li bin baranê man. Em bi zarokên xwe re sê rojan li ber serê wan sekinîn. Dawiyê me bê şûştin wan defin kir. Nehatin alîkariya me, ger bihatana dibû dê wan zarokan rizgar bikirana. Em bi tenê bûn tu kes tunebû. Ez çi jî bibêjim, nikarim behsa wan rojan bikim. Ez qîrîna wan mirovan, dengê kesên li derve yên digotin ‘dengê xwe derxin’ tu carî ji bîr nekim.”
‘Me bi zanîn terkî mirinê kirin’
Fatma Fîncan diyar kir ku bi zanîn terkî mirinê hatine kirin û wiha got: “Nehatin cenazeyên me jî negirtin. Ez nizanim çi bibêjim. Semsûrê êşeke mezin kişand, cihekî bi navê Semsûrê tune ye êdî. Ez nizanim çi bibêjim. Em bêxwedî man, tune bûn. Ger dewlet li vir bûya, belkî gelek mirov rizgar bûbûna. Me bi tenê û bêxwedî hiştin.”