Şebnem Korur Fincanci û heyeta TTB’ê li Semsûrê ne
Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Pispora Tiba Edlî Şebnem Korur Fincanci û heyeta pê re çûn serdana bajarê konê ya li Narlidereyê û diyar kirin ku hevgirtin wê bidome.
Semsûr – Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Pispora Tiba Edlî Şebnem Korur Fincanci û heyeta pê re, konê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên sivîl ve li Narlidere ya navenda Semsûrê hatiye avakirin, ziyaret kirin. Şebnem Korur Fincanci û heyeta pê re rewşa dawî ya li konên TTB û saziyên tenduristiyê yên din û li konan lêkolîn kirin.
'Em ê hevkariya xwe bidomînin'
Şebnem Korur Fincanci diyar kir ku niha nexweşî tune ye lê mexdûrên erdhejê di bidestxistina mafê xwe yê tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin û da zanîn ku li gelek nexweşxaneyên dewletê welatî rastî cudakariyê tên. Şebnem Korur Fincanci di berdevamiya xaftina xwe de diyar kir ku li parêzgehên erdhejê wêraniyeke mezin rû daye û ew ê hevgirtina xwe bidomînin.
Piştre heyet ji bo biçe Meletî bi rê ket.