Îran ji bo tepisandina serhildanê dibistanan hedef digre
Hêzên hikûmetê ku li Îranê ji bo tepisandina serhildanê serî li hemû riyan didin, dest bi êrîşa li ser dibistanan û girtina deriyê wan kirine.
Meşhed- Piştî qetilkirina Jîna Emînî, Îranê zextên dewletê zêdetir kirin. Li welatê ku bi taybetî jin hedef tên girtin, hewl tê dayîn, serhildan bi zext, tundî, binçavkirin, girtin û îşkenceyê bê tepisandin. Gel bi neterikandina kolanan bersiv dide polîtîkayên tundiyê yên dewletê. Li zanîngeha Firdevsî ya Meşhedê qeyda gelek xwendekaran hat rawestandin. 11 profesor ji ber tevlibûna serhildana gel ji kar hatin girtin. Di medyaya dîjîtal de li dijî derxistina ji kar banga ji bo şermezarkirinê hat kirin.
Êrîşa li ser zanîngeh û dibistanan
Îranê duh li hemû ketin û derketina zanîngeha Ferdewsî polîsan bi cih kirin. Xwendekar hatin lêgerînkirin û kartên wan hatin lêkolînkirin. Xwendekaran diyar kirin ku dixwazin bi vê sepanê tirsê belav bikin.
Ji aliyê din ve komek endamên Besîciyan, êrişî dibistana zimanê Yezd Jostar a Îslamşehra Tehranê kirin û gelek xwendekarên keç bi hinceta ku hicabê li xwe nekirine girtin û dibistan hatin girtin. Di navbera dayik, bav û xwendekarên ku xwestin girtina dibistanê asteng bikin û endamên Besîcê de pevçûn derket. Dayik, bav û xwendekaran dirûşma "Ji Besîc re mirin’ berz kirin. Heta niha der barê hejmara kesên hatine binçavkirin de, nasnameya wan û cihê wan de tu agahî nîn e.
Cezayê pere li jinan te birîn
Wek şêwazek şermezarkirina serhildana "Jin jiyan azadî" piraniya jinan bê hicab neçarî derdikevin cihên ji gel re vekirî. Ji ber ku rayedar nikarin jinan razî bikin dikanên wan digrin, dûre wan digrin, neçarî îtirafkariyê dikin û ji jiyana civakî mehrûm dihêlin. Li gorî agahiyan li welat li gelek jinan ceza tê dayîn.