‘Li Şengalê DAIŞ li kampan PDK’ê...’

Revandina 2 jinên Êzidî yên ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve li Şengalê bu sedema bertekên mezin. Jinên Şengalê dan diyar kirin ku politikaya ku PDK li kampan li ser jinan dide meşandin temamkirina fermana 74’an e.

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Li dijî politikayên PDK’ê yên qirkirina çand û baweriya civaka Êzidî dayikên Şengalê bi bertek in. Berfê Îlyas ji bo 2 keçên Êzidî yên ku li Kampên Başurê Kurdistanê ji aliyê pêşmergeryên PDK’ê ve hatî revandin nirxandin kir û da diyar kirin ku ya ku PDK li kampên Başurê Kurdistanên dike fermana ku DAIŞ’ê nekarî temam bike temamkirina wê ye.

Berfê Îlyas bi van gotinan qala xîyaneta PDK’ê ya ji fermanê heya roja îro kir: “Di sala 2014’an de dibin parastina pêşmergeyên PDK’ê de me fermana 74’an jiyan kir. ji ber PDK reviya ji bo wê ewqas ferman giran bu. Yên xwe ji fermanê rizgar kirî jî berê xwedan Başur û Rojavayê Kurdistanê. Gelê me yê Êzidî ev 8-9 sale ku di wan kampan de jiyaneke bi rezîlî jiyan dikin. Lê yê mineta xwe dike PDK ye, ger em werin rastiyê di dîrokê de ji Êzidiyan li Başurê Kurdistanê jiyan kirin ax û warê me jî bu. Lê ji ber gelê me li Kampan dimîne PDK wan dike muhtacê xwe û tavahî gemara ji destê wî tê bi malbatên kampan dide kirin.”

‘Îxaneta fermanê têra PDK’ê nekir’

 Berfê Îlyas di nav gotinên xwe de da diyar kirin ku di fermanê de gelê me yê ne çûne kampên Başurê Kurdistanê, Şengal ji xwe re ava kirin û îro bi keda xwe li ser lingê xwe radiwestin qirkirin û wiha domand: “Xiyaneta li me kirin têra wan nekir, fermana DAIŞ’ê temam nekirî PDK li kampên Başurê Kurdistanê de temam dike. Civaka me ya Êzidî tev dizane di wan kampan de dibin navê dersên zimanên cuda, dewreyên dirutinê û dewreyên cur be cur hêdî hêdî ciwan û jinên Êzidî xistin xefkan de, heya di demê re ji wan re baç çêkirin. Li kampan bi dehan keçên me hatin kuştin, hatin revandin kes nizane kî dibe û çima dibe lê em tev dizanin ew kamp tev dibin parastina PDK‘ê de ne wê demê ne zehmet e ku em rastiya PDK’ê raxin berçavan.”

‘PDK dixwaze bi destê jin baweriya me tune bike’

Berfê Îlyas di berdewamiya gotinên xwe de got PDK bi destê jina Êzidî dixwaze baweriya Êzdatiyê tune bike ji bo wê politikayeke şerê qirkirina çandî ya pir dijwar li ser jinên Êzidî tê meşandin û wiha domand: “Kesên di kampan de dijîn nava têlan de dijîn weke êsîran in ji bo wê her tiştê dixwazin biwan dikin. Gelê me yê kampan newêrin bertekê xwe nişanbidin me di buyera Axîna biçuk û babê wê de jî dît PDK’ê keçika biçuk û babê wê kuştin û nehiştin yek bertek jî derkeve herkes bêdeng kirin. Gelê me bêdeng nemîne divê xwedî sekinbe. Ji ber her ku bêdeng dibin dujmin bêtir êrişên xwe dijwar dike. van êrîşan herî zêde jî li ser jinên Êzidî de dimeşinin ji ber ew dizanin ji bo civaka me jin pîroz e û bi saya jin çanda me heya roja îro hatiye parastin, çeteyên DAIŞ’ê jî ev yek dizanîn û PDK jî vê yekê baş dizane ji bo wê dixwaze bi pîrozî, çand û exlaqê Êzdatiyê bilîze.”

‘Bi vegerê em xwe ji qirkirina çandî biparêzin’

Berfê Ilyas di dawiya nirxandina xwe de bivan hevokan bang li gelê kampên Başurê Kurdistanê kir: “Bi fermanê xwestin em tune bikin lê nekarîn, ev neh sal e ku li Şengalê li dijî fermanan tekoşîn tê meşandin û em jiyaneke bi serbilindî avakiriye em li vir bi vîn û baweriya xwe dijîn, ji bo pêşerojeke azad û xweseriya axa xwe çanda xwe em têdikoşîn li Şengalê li hember her êrişeke em xwedî helwestin em xwedî sektin divê gelê me jî vegere. Li qampên Başur qirkirina çandî tê meşandin divê gel rê nede vê. Ji fermanê heya niha zarokên me ji bo gel vegere Şengal ji çeteyên gemar paqij kirin û îro hêza me heye çavê me li tu hêzê din nîn e em bi xwe dikarin xwe biparêzin divê gel veger ser axa xwe û li dijî tevahî êrişan divê bibin xwedî helwest. Pêşektiya vê yekê jî divê dayik û keçên me bikin. Weke dayikên Şengalê erka bikeve ser milê me emê pêkbînin ji ber em nikarin van êrişan ji nedîtî ve bên û li hember wê bêdeng bin. Em bang dikin gel vegere ser axa xwe û xwe ji wan politikayên qirêj biparêze.”