Tecrîda girankirî di rojeva parlamentoya Norvecê de ye

Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên tecrîda girankirî de 33 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin, ket rojeva parlementoya Norvecê.

Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê din tecrîda girankirî de tê girtin, 33 meh in bi tu awayî hevdîtin nayê kirin ket rojeva parlamentoya Norvecê. Parlamenterê Partiya Çepa Sosyalîst a Norvecê Andreas Sjalg Unneland der barê mijarê de bi daxwaza ku Wezareta Karên Derve bibersivîne pêşnûmepirsek pêşkeşî parlamentoyê kir.

Di pêşnûmeyê de rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya têkildarî astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re ya Îmraliyê bi bîr xistin û diyar kir ku CPT’yê rapora xwe ya serdana dawî jî parve nekir. Di pêşnûmebiryarê de pirsa ku gelo Wezareta Karên Derve dê vê mijarê bişopîne yan na hat kirin.

Erka CPT’yê hat bibîrxistin

Di pêşnûmeyê de erka CPT hat bibîrxistin û wiha got: “CPT bi riya serdanan hewl dide pêşî li îşkenceyê û muameleya biçûkxistinê û cezayan bigre. Piştî serdanan jî raporan parve dike. CPT, ji bo ku zirar negihîje têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re, têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê rapora xwe parve nake.”

Raporê aşkere bikin

Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku CPT’yê di demên berê de diyar kiribû ku ji ber şert û mercên Abdullah Ocalan tê de dijîn bi fikar in û ev tişt hatin parvekirin: “Lê ji ber ku Tirkiyeyê ji bo rapor neyê weşandin îtîraz kir, ev danezan nehat parvekirin. Ev du sal û nîv in dinya ji Abdullah Ocalan agahiyan nagire. Ji sala 1999’an heta niha Ocalan di Girtîgeha Girava Îmraliyê de tê girtin. Ocalan, 24 sal in di tecrîdeke roj bi roj girantir dibe de tê ragirtin û hevdîtinên wî yên bi parêzer û malbatê re bi awayeke sîstematîk tên astengkirin. Ev rewş veguherî rewşa agahînegirtina mutleq. HEDEP (Bi navê berê HDP), parastvanên mafên mirovan, parêzer û siyasetmedaran ji bo weşandina raporê bang kirin. Tevî zexta aktîvîstan a bi mehan e didome jî CPT’yê hê rapora xwe parve nekiriye. Ji ber ku CPT rapora xwe parve nekir, cîhana derve nizane bê ka li girtîgehê çiqas rêz ji mafên mirovan ên Ocalan re tê girtin. Ji bo mîsogerkirina mafên girtiyan û parastina jêbawerbûna CPT’yê, girîng e ku CPT raporê biweşîne.”