'Tecrîd binpêkirina hemû peymanên navneteweyî ye'

Yek ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya Amîra Mihemed diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi raya giştî re qut bibe hatiye girankirin û got hemû peymanên navneteweyî hatine binpêkirin.

ZEYNEB XELÎF

Dêrezor – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. 33 meh in ku hevdîtina Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re tê astengkirin. Erdheja bi lerza 5,1 ku navenda wê li Behra Marmara-Kendava Gemlîkê ya 4'ê Kanûnê bû, fikarên li ser Abdullah Ocalan jî zêde kir. Li gel ku tecrîda teqez a li Îmraliyê li gelek welatan tê protestokirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanya û înîsiyatîf didomin.

'Ji bo têkiliya bi gel re qut bikin tecrîdê girantir dikin'

Kombûna Jinan ya Zenûbiya ya bajarê Dêrezorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bertek nîşanî tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan da. Ji rêveberên kombûnê Amîra Mihemed jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan îşkenceyeke psîkolojîk e û wiha got: “Dixwazin têkiliya Rêbertî ya bi derve re qut bikin. Ji ber ku gel felsefeya jiyanê ya Rêbertî dipejirîne, tecrîd girantir dibe. Dixwazin têkiliya Rêbertî bi gel re qut bikin û ji ber vê yekê tecrîdê girantir dikin.”

'Tecrîd binpêkirina hemû peymanên navneteweyî ye'

Emîre Mihemed da zanîn ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareseriya îdeal e û wiha got:

“Fikrê Rêbertî mîsogerkirina mafên hemû pêkhate û olan e. Bi saya vê fikrê gelek pêşketin û dewlemendî bi dest ketine. Hawirdora îstiqrarê ku hemû gelan timî lê geriyane, pêk hatiye. Ji ber vê yekê jî welatên modernîteya kapîtalîst vê yekê ji bo projeyên xwe weke gefekî dibînin. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dikin. Tecrîd binpêkirina hemû peymanên navneteweyî ye. Her wiha li dijî aktîvîstên siyasî yên ku banga guhertin û edaletê li dewleta Tirk dikin, operasyonên qirkirina siyasî tên meşandin. Em van hemû pêkanînan şermezar dikin."

'Naxwazin gel jiyanek azad bijîn'

Endama Komîteya Perwerde ya Kombûna Jin a Zenûbiye Ebîr El-Hisên jî tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Ebîr El-Hisên got, “Felsefeya jiyanê ya Rêbertî hemû gel, mezheb û cudahiyan di jiyaneke hevpar de anî cem hev. Tecrîd polîtîkayên hêzên derve û herêmî ye. Naxwazin gel bi hev re bijîn û jiyanek azad bijîn. Em dixwazin Rêbertiya ku jiyana azad pêşkêşî jinan dike, bigihije azadiya fîzîkî.”