Destkeftiyên Desteya Jin ên 2023: Rêxistinkirin û parastina jin û zarokan

Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo kar û destkeftiyên desteyê bi taybetî ji bo jin û zarokan ji ajansa me re nirxand û destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e jinan birêxistin bikin, biparêzin û xwedî li zarokên bêkes derkevin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Erkên Desteya Jin a Rêveberiya Xweser ên sereke ew e ku jinên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn birêxistin bike, bi pêş bixe û bibe hevkar di çareserkirina pirsgirêkên wan de. Di hêleke din de, ew ji bo jinên ku rastî tundiyê tên di nav civakê de û zarokên sêwî yên bêkes jî bûye stargehek. Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo xebatên desteyê yên 2023’an ji me re nirxand.

‘Di sala 2023’an de pêşxistina jinan’

Evîn Paşo diyar kir ku sala 2023’an saleke dagirtî bû ji bo jinan hem di aliyê bidestxistina destkeftiyan de û hem jî êrîşên ku li ser jinan zêde bûn û wiha dest pê kir: “Rola Desteya Jin di Rêveberiya Xweser de ew e ku di sazî û dezgehên wê de jinan birêxistin bike ku bibe dengê jinan û hêza guhertina civakê. Di warê pêşxistinê de, bi riya semîner û rêzeçalakiyan, bi taybetî li hemberî şerê taybet me girîngî da perwerdekirina jin û ciwanan.”

Danasîn û belavkirina zagonên malbatê

Evîn Paşo da zanîn ku wan ji bo danasîna zagonên malbatê yên dê bibin bingehek ji bo pêşxistina civakê, diyalogê bi pêş xistin û got: “Di vê salê de koordîneyeke xurt hebû ji bo danasîna zagonên malbatê bi civakê re di riya komîn û meclisan re ji bo avakirina malbateke demokrat ku tê de wekheviya di navbera jin û mêr de misoger be. Me ji bo belavkirina van zagonan xebatek da meşandin. Bêguman em ê bi van zagonan bikaribin gavên serkeftî bavêjin. Helbet ne tenê ev, diyalog bi saziyên civaka sivîl re jî hatin kirin.”

‘Xurtkirina malên parastina jin û zarokan’

Evîn Paşo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bihêzkirina malên parastinê yên taybet bi jinên ku rastî tundiyê hatine û jiyana wan bi xeteriyê re rûbirû ye, di heman demê de yên zarokên sêwî û bênasname û wiha pê de çû: “Ev malên ku ji sala 2015’an de hatine avakirin, bûn cihekî ewlehî û parastinê ji bo jin û zarokan. Ji bo ku em karîbin jiyana wan biparêzin û bibin destek bi koordîneya rêxistinên jinan û Asayîşa Jin re girîngî da bi hêzkirina wan malan. Di vê salê de nêzî 99 jin ji xeteriya kuştin û tundiyê hatin rizgarkirin. Her wiha me ji bo pêşxistina van jinan di her warî de heta asta ku gelek ji wan xwendin û nivîsandin nizanibûn kar kir, dema ji malê derketin êdî fêrî xwendin û nivîsandinê bibûn. Bêguman ji bo zarokan jî heman xebat tên kirin ku malên parastina zarokan jî bû stargehek ji bo zarokên sêwî.”

‘Kampanyaya ked ji bo geşkirina aboriya jinan projeyeke’

Evîn Paşo teqez kir li ser girîngiya geşkirina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji wan re li ser rêgeza ku eger jin xwedî aboriyeke xweser bin dê hewcedarî tu kesî nebe û ev yek anî ziman: “Di vê salê de me projeyeke nû ji bo jinan ava kir, Kampanyaya Ked a çêkirina qedehên kartonî, ev kampanya dê di demeke nêz de bê vekirin.”

Evîn Paşo herî dawî, têkildarî stratejiya Desteya Jin a 2024’an ev anî ziman: “Stratejiya Desteya Jin a 2024’an dê li ser bingeha perwerdekirin û rêxistinkirina jinan debe. Her wiha dê projeyên biçûk ji bo jinan werin avakirin ji bo ku bikaribin bi riya wê hebûna xwe misoger bikin û debara jiyana xwe bikin. Bêguman ji bo xurtkirina xebatên desteyê û danasîna wê hem bi jinên hundir û hem ên derve re jî dê kar berdewam bike.”