Ji dayikên nobetê digrin peyam: Bila ev zilm bi dawî bibe!

Çalakiya nobeta edaletê ya ku malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin grevên di girtîgehan de dest pê kirine didome. Dayikên girtiyan xwestin yekitî çêbibe, girtiyên ku ji gertîgehan peyam şandin jî banga mezinkirina têkoşînî kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUAY-DER) di serî de li Amedê li gelek bajaran nobeta edaletê ya hatiye destpêkirin 15 roj in didome. Çalakiya nobetê ya ku li avahiya Rezanê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) hatiye destpêkirin bi beşdariya gelak kesan didome. Nûnerên saziyan diçin serdana çalakgeran û piştgiriyê didin wan. Ji avahiya ku bi wesayîdên zirxî û tomayan hatiye dorpêçkirin, banga piştgiriyê ji bo kesên nobetê digrin hat kirin. Dayikan bal kişandin ku divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo aştiyê tiştek were kirin.

‘Ji bo dengê xwe bi dengê dayikan re bikim yek hatim cihê nobetê’

Yek ji dayikên ku her roj tevli nobetê dibe Makbule Açikgoz, diyar kir ku riya çareseriyê yekitî ye û bang li hemû Kurdan kir. Makbule Açikgoz got ku ji bo piştgiriyê bide dayikan û kesên di girtîgehê de tevli nobetê bûye û got: “Ewladê min di girtîgehê de nebe jî ez ê piştgiriyê bidim. Li vê derê bi dehan dayik ji bo aştî û edaletê nobetê digrin. Ez jî li vê derê piştgiriyê didim wan. Daxwazên me hemûyan yek in, em aştîxwaz in, dixwazin tecrîd rabe. Ev rewş divê wiha nedome. Bila êdî ev êş bi dawî bibin. Kesên ku xwedî wijdan in, aştî û aramiyê dixwzin divê dengê xwe bi dengê girtiyan re bikin yek.”

‘Divê cenaze ji girtîgehan dernekevin’

Makbule Ozer diyar kir ku tecrîd ne tenê li girtîgehan û li Îmraliyê li ser hemû civakê heye, bal kişand ser girîngiya yekitiyê û wiha domand: “Ger ji her malbatê kesek li vê derê hebûya dê ev der tije bûya. Bila mirov netirsin û bêdeng nemînin. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Hemû zarokên me ne, îro li girtîgehan bi hezaran mirovên ku bi awayê bêhiqûqî tên girtin hene. Van mirovan ji bo ji neheqiyê re bibêjin bes e ketine grevê. Bila her kes piştgiriyê bide vê çalakiyê da ku tecrî bişkê û ev grev bi dawî bibe. Em bi salan e ji bo şer bi dawî bibe têdikoşin. Heta ku nobet bi dawî bibe ez ê piştgiriyê bidim hevalên xwe.”

‘Bila tu kes li mala xwe rûnenê’

Guler Sevîktek jî çalakiya girtiyan silav kir û diyar kir ku ew her roj tê cihê nobetê û her gava ku tê avêtin girîng e. Gulev Sevîktek got: “Beriya her tiştî ez tecrîdê şermezar dikim. Ji bo dengê dayikan û kesên di girtîgehan de bidim bihîstim li vê derê me. Dema ku girtî dikevin greva birçîbûnê dilê me pir dişewite. Em naxwazin li mala xwe xwarinê çêbikin. Em ji dil rewşa wan hîs dikin. Em silavên xwe ji girtiyên ketine grevê re dişînin. Em li derve ne çi ji destên me were em ê bikin. Bila parêzer û malbat bikaribin biçin Îmraliyê. Ger nûçeyek bi xêr ji wê derê were dê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê bibe kêfxweşî. Heta ku dengek ji wê derê neyê dê her der şer û pevçûn be. Di vî şerî de jî dê her kes bişewite. Ji bo aştî pêk were divê tecrîd rabe. Daxwaza me hemûyan ev e.”

Girtiyan bi peyamên xwe gotin: Heta em sax bin em ê bidomînin!

Li cihê nobetê girtiyên di grevê de jî bi riya malbatên xwe peyaman dişînin. Ji girtîgeha Bunyan a Kayseriyê Zehra Kaya di peyama xwe de got: “Li herêmê bi salan e şerekî mezin tê meşandin. Vê zilm û zordariyê ji Îmraliyê heta malên me didome. Divê êdî her kes bibêje ‘bes’ e. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe divê her Kurd rola xwe bilîze. Çareseriya pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîdê di destên we de ye. Ez weke girtiyeke jin ji hucreya lê dimînim silavên xwe ji hemû hevalên ketine grevê re dişînim, wan silav dikim.”

Muhammed Kartal ên li girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê di koma duyem de dest bi grevê kiriye jî di peyama xwe de diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin û got:

“Ez hemû hevalên dest bi grevê kirine silav dikim. Girtîgeh îro weke Zap û Zagrosê di nava berxwedanê de ne. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan raber çi ji dest me were em ê bikin. Bi berfirehkirina têkoşînê, em ê vê daxwaza xwe bînin ziman.”