Li Lubnanê nîqaşên ‘Kotaya Jinê’: Firsata ku em mafê xwe bigrin heye

Li Lubnanê pêşnûmeya zagona kotaya jinan, ji aliyê rayedaran ve pêşkêşî meclîsê hat kirin, jinên aktîvîst xwestin ku jinên Lubnanê ji tirsa xwe rizgar bibin û gotin: “Ji ber firsata me a ku tiştên em hêvî dikin bi serbixin û mafê xwe bigrin heye."

SUZAN EBU SAİD

Beyrûd- Li Lubnanê mafê mirovan û rêxistinên jinan, ev bi salan daxwaza kotaya zayendî û mafê jinan ên temsilkirina siyasî ji bo bibe zagon xebat didin meşandin. Herî dawî li Beyrûdê di 7’ê Kanunê de ji aliyê Rêxistina nive bi nivî derbarê mijarê de konfaransek li darxistin. Di konfaransê de pêşnûmebiryara zagona kotaya jinê hate amadekirin. Pêşnûmeya ku hatî amadekirin beşdarvanên konfaransê Partiya Emel, Partiya Guherîn, Tevgera welatparêzin Azad, Partiya Falange a Lubnanê, rayedarên Partiya Sosyalîst a pêşketinê îmzakirin û pêşkêşî Lêjneya Giştî a rayedarên Meclîs kir. Di civîna lêjneya giştî de li bendê ne ku pêşnûme were erêkirin û bêyî ku biryara dawî bidin, wê komîsyona Meclîsê jî bikin rojev. Bi erêkirina pêşnûmeyê re wê di meha Gulana 2024’an de ku tê plankirina ku hilbijartinên rêveberiyên xwecihê bê kirin bi cih bikin. 

Rêjeya beşdariya jinan sal bi sal zêde dibe

Endama Buroya siyasî a partiya Falange Lina Farajallah bal kişand ser zêdebûna jinan di beşdariya siyasete de û wiha got: “Partiya Falange a Lubanê, hilbijart ku li gora kotaya jinê be. Di konfaransên giştî hilbijartinên hindirin de di qonaxa yekem de di navbera salên 2011, 2015 û 2019’an de, rêjeya beşdariya jinan giha ji sedan 20’ê, îsal ji temsilyeta jinê giha ji sedan 25’ê. Namzetên ku di  asta siyasî û rêveberiyê de hilbijartin her çar sal carekê tên li darxistin. Di nîqaşan de di pêvajoyên hilbijartinê de wekheviya jin,mêr nîne û ji ber vê jî ger pêşnûme were erêkirin, kota neyê pêkanîn wê bibe halê bi zorê.”

Em di wê baweriyê de ne ku êdî rola jinê tenê bi rêveberiya malê re sînordar nîne'

Lina Farajallah destnîşan kir ku parêzer û aktîvîst Laure Mughayzel ku li Lubnanê di warê mafên jinan de dixebite ev 70 sal in ji bo temsîliyeta wekhev a jinan di siyasetê de dixebite û wiha got: “Laure Mughayzel jî yek ji endamên Libnanê bû. Eleqeya me ya ji bo rola jinan a di pêşketina herêmî û şaredariyan de jî di nava partiyê de ye ku ji sedî 47 endamên wê jin in. Em di wê baweriyê de ne ku êdî rola jinê tenê bi rêvebirina malê re sînordar nabe. Niha di her qadê de dixebitin, lewma em ji bo piştgiriya jinan di şaredariyan de dixebitin. Me pêwîstî û girîngiya jinan ji hemû mezheb û pêkhateyên siyasî ragihand ku rola xwe di şaredariyên Lubnanê de bilîzin." 

'Ne pêkanîna kotaya jinê di kûrahiya zihniyeta baviksalarî de ye'

Endama Buroya Siyasî ya Partiya Sosyalîst a Pêşverû Parêzer Lama Hariz da xuyakirin, ku ew di nava kesên destekê didin qanûna kotaya jinan de ye û bi salan e bangawaziya vê yekê dike û wiha pê de çû: "Ji bo jin beşdarî xebatên siyasî bibin, me di sala 2014'an de di qanûna Rêxistina Ciwanên Pêşverû de kotaya zayendî pejirand û dest bi aktîvkirina kotaya xwebexş a di nava partiyê de kir." 

Lama Heriz her wiha got ku heta niha pêkneanîna yasaya kotaya jinan li Lubnanê kûrbûna zihniyeta baviksalarî di civakê de nîşan dide û got: “Pêwîste civak bi giringiya hebûna jinan û beşdariya di karê siyasî de bê agahdarkirin. Kota ji bo erêkirinê tê nirxandin. Di asta şaredariyan de jî girîng e ev yek di rojeva xebatê ya Meclisa Nûneran de cih bigire û di demek herî kurt de were pejirandin, ji ber ku divê jin jî cih bigire. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku divê şaredarî bişopînin, çareseriyên guncaw bên hilberandin, divê polîtîkayên ku rasterast welatiyan eleqedar dikin bên afirandin."

'Em 10 sal in kotaya jinan pêk tînin'

Çalakvana siyasî û endamê meclisa serkirdatiya Partiya Sosyalîst a Pêşverû Merwa Ebî Ferec derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Pêşnûmeya kotaya zayendî beriya niha bi 10 salan hatibû erêkirin, lê cara yekem ji aliyê 10 nûnerên zêdetir ve hat îmzekirin. Helbet partiya pêşeng a Lubnanê ku ev yek di qanûnên xwe de bi cih anî Partiya Sosyalîst a Pêşverû bû û ji sala 2014’an ve kotaya jinan pêk tîne.”

Li Lubnanê tevî qanûnan rêjeya jinan di siyasetê de ji sedî 6’e

Merwa Ebî Ferrac da zanîn ku di hilbijartinên dawî yên Hezîrana borî de tevî kotaya ku ji sedî 30 nûnertiya jinan di rêziknameya Partiya Sosyalîst a Pêşverû de cih girtiye, jin bi heman rengî hatin temsîlkirin û got: “Em hêvîdar in ku encam erênî bin û jin beşdarî hilbijartinan bibin. Yasa dereng hat, ango 46 sal piştî qebûlkirina peymana CEDAW û nêzî 20 sal piştî ku Lubnanê peyman îmze kir. Di xala (c) ya pêşgotina Destûra Bingehîn a Lubnanê de hatiye nivîsandin ku wekhevî heye û hemû jin û mêrên Lubnanî wekhev in. Lê rêjeya beşdarbûna jinan a di siyasetê de ji aliyê maf û erkan ve ji sedî 6 derbas nabe."

Banga piştgiriyê ji bo jin û ciwanan

Merwa Ebî Ferec di dawiya axaftina xwe de peyamek ji hemû jinan re şand û got: “Pêwîste jinên Libnanî tirsa xwe ji holê rakin û bibin namzet, ji ber ku derfeta me heye ku em bigihin daxwazên xwe û mafên xwe bi dest bixin. Divê em beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibin, welat bi rêve bibin û bi pêş ve bibin, di warên cuda de nûnertiya jin û mêran a adil hebin. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin jin û ciwanên ku dê di lîsteyên hilbijêran de bin."